Li Kobanê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de welatiyek birîndar bû

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov û xwekuj a dewleta Tirk a dagirker welatiyek ku zeviyê xwe yê di navbera gundên Bexdik û Kulpeke yên Kobanê de av dida bombebaran kir. Di encamê de welatî birîndar bû.

Li gorî agahiyên ajansa ANHA’ê bi dest xistine, balafireke bêmirov û xwekuj a dewleta Tirk a dagirker welatiyek ku zeviyê xwe yê di navbera gundên Bexdik û Kulpeke yên Kobanê de av dida bombebaran kir.

Hate diyarkirin ku welatiyê bi navê Yehya Îbrahîm Elî (24) birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Kobanê.