Roja Jîngehê li Koyeyê jî bi çandina şitilan hate pîrozkirin

KOYE-ROJNEWS

Li bajarokê Koyeyê bi boneya roja Jîngehê ya Kurdistanê, Rêxistina Henaseya Xwezayê, 60 şitil çandin.

Çalakiyên bi boneya 16’ê Nîsanê roja Jîngehê ya Kurdistanê li seranserê Herêmê berdewamin. Di heman çarçoveyê de li bajarokê Koyeyê ya ser bi parêzgeha Hewlêrê jî, Rêxistina Henaseya Xwezayê ji bo roja Jîngehê ya Kurdistanê çalakiyek lidarxist.

Di çalakiyê de bi armanca zêdekirina keskahiya bajarok û balkişandina li ser parastina jîngehê, 60 şitil hatin çandin.

Seroka Rêxistina Henaseya Xwezayê Şilêr Seîd di derbarê xebata xwe de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Em her sal çalakiyên cur be cur lidardixin. Îro jî me bi hêviya zêdekirina keskahiya bajar û parastina jîngeha bajarok şitil çandin.”

(fk)