Ji ber baranên zêde, bi sedan donim zevî genim dibin avê de de mane

HELEBCE-ROJNEWS

Îsal ji ber zêde barîna baranê, asta ava Bendava Derbendîxan di rêjeyek berbiçav de bilind bûye. Ji ber vê yekê jî li deşta Şarezûr bi sedan donim zeviyên genim ên cotyaran dibin avê de mane ku vê yekê ziyanek mezin li cotyaran kiriye.

Bendava Derbendîxan, bendava duyem ya herî mezin a Herêma Kurdistanê ku dikare 3 milyar metrekup av di nava xwe de hilgire. Niha ji ber baranên zêde, metreyek kêmtir maye ku ava bendavê bi ser de birije. Ji ber vê jî bi sedan donim zevî ku îsal cotyaran çandine dibin avê de mane û ziyanên mezin derketiye.

Welatiyê gundê Kişederî yê li sînorê bajarokê Xurmal ku cotyariyê dike Mihemed Elî li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Bendava Derbendîxan ziyanek mezin daye gundê me. Ji dema hatî avakirin heta roja me ya îro hertim ziyan daye cotyaran. Ji ber wê 92 gund hatine valekirin ku dê bikin navçe. Nêzîkî 30 ton tovê genim tenê li gundê me hatiye çandin ku dike 700 donim zevî, lê dibin avê de mane. Cotyarên ku 200 ton genimê wan dibin avê de mayî hebûn.”

Cotyarek din ê sînorê parêzgeha Helebceyê Hisên Hacî li ser heman mijarê axivî û wiha pê de çû: “Di sala 2019’an de carekê av li ser bendavê de rijiyabû û hatibû, niha jî bi şêweyek berçav genim û zeviyên cotyaran carek din dibin avê de man. Her ku ava bendavê di ser de dirije, li vir zevî û genimê cotyaran pûç dibe. Ziyan ew qas mezin e ku nayê texmînkirin. Tevî ku agahiya cotyaran bi xwe jî jê heye, lê zeviyên xwe dikin genim û av di ser de tê û pûç dibin. Her sala ku baran zêde dibare, wek îsal ziyanê dibînin.”

Her wiha cotyaran daxwaz ji her du hikûmetê Iraq û Herêmê kirin ku tezmînata ziyanên wan bidin her çendî baran barîn û zêdebûna ava bendavê ne di destê desthilatê de be jî, lê ziyan tenê ne bi cotyaran ketiye bi samana giştî ya hikûmetê ketiye. Ji bo wê daxwaz ji her ku hikûmetan dikin ku ziyanên wan tezmîn bikin.

Ji bo wergirtina data û belgeyan ji aliyên peywendîdar peyamnêrê me hewl da, lê Rêveberiya Giştî ya Çandiniyê ya Helebceyê ji bo wergirtina data û zanyariyan li ser ava bendavê û ziyanên cotyaran ne amadebû bersiv bide.

(fk)