Sudanî li gel serokê Hemasê Haniye axivî

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Haniye, bi rêya telefonê axivî.

Hate ragihandin ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Haniye, bi rêya telefonê axiviye.

Di peywendiya bi rêya telefonê de, Sudanî qala biryara agirbestê ya Hemasê kir û diyar kir ku ev biryar, biryarek ku berjewendiyên bilind ên gelê Filistînê berçav girtî û bi berpirsyarane hatî girtine.

Sudanî her wiha piştevaniya xwe ya ji bo pêngava di warê kêmkirina êşên Filistîniyan ya Hemasê  nîşan da û bang li civaka navneteweyî kir ku şerê li Xezayê were rawestandin.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê di nava 24 saetên dawî de herî kêm 60 kesan jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Tenduristiyê, da xuyakirin ku di şerê 7 mehan de herî kêm 34 hezar û 904 kesan jiyana xwe ji dest dane û diyar kir ku di heman demê de 78 hezar û 514 kes jî birîndar bûne.

(fk)