‘Ji ber bombebaranan xwezaya Kurdistanê talan dibe’

PÊNCIWÊN/ROJNEWS

Jîngehparêzên Pênciwênê diyarkirin ku ji ber bombebaranan, jîngeha Herêma Kurdistanê ber bi tinebûn û û wêranbûnê ve diçe, eger rê lê neyê girtin, metirsiyek mezin li ser daristan û jîngeha herêmê heye.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê bê navber didomin, dewleta dagirker ji bilî komkujiyan, xwezaya Kurdistanê jî wêran dike, daristanan dişewitîne, çekên kîmyawî bikartîne û xwezaya Kurdistanê talan dike.

Derbarê talankirina xwezaya Kurdistanê de, jîngehparêzên Pênciwênê ji ajansa me re axivîn.

Endamê Rêxistina Milekewe yaji bo parastina jîngehê Idrîs Mihemed diyarkir ku Pênciwên xwedî daristanek xwezayî û berfirehe, lê rûbiruyî êrişan tê û wiha pêde çû; “Êriş hem navxweyî hem jî bi destê derve çêdibin, êriş û bombebaranên dewleta Tirk cihê xemginiyê ne, Îran jî ji aliyê din ve agir berdide daristanan. Êrişên dewleta Tirk ên bi hêceta gerîlayên PKK’ê dûrî rastiyêne, ji ber ku bi vê hêcetê daristan û çandina herêmê tine dike û ziyanek mezin digihîne xelkê.”

Idrîs di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ji ber bombebarana balafirên Tirkiyeyê bi hezaran donum zevî şewitîne, tazmînata wan jî nayê dayîn, ji ber ku daristan ji ber êrişan dişewitin, wê bandora xwe bi salan dewam bike û got; “Xwezaya herêmê êdî zû bi zû nikare darek weke berê çêbike, ji ber ku dar berû gelek direng çêdibin. Ev bomberan dibin sedem ku hemû xwezaya herêmê bişewite, heya niha jî kes guh nedaya daxwazên me yên ji bo rawestandina êrişan.”

Li ser heman mijarê endamê Rêxistina Komeleya Kurdistanek Kesk Hawser Emîn jî dibêje; “Kurdistan xwedî xwezayek gelek ciwane, lê mixabin ji ber bombebaranên welatên cîran jîngeha me wêran û tine dibe. Ev êriş bandorek nerênî li ser xwezaya herêmê çêdike, ji ber êrişan daristanên bi temen ji holê radibin. Ev yek jî karesata herî mezin ya li ser jîngeha welatê meye, Hikumeta Herêmê ti tedbîrek ji bo parastina xwezaya Kurdistanê nagire. Ger jîngeh nebe, jiyan jî nabe. Herêm xwedî jîngehek aborî, siyasî, civakî, rewşenbîrî û tenduriste, lê jîngeha xwezayî dayika hemû jîngehane. Eger em vê jîngeha xwezaya neparêzin, em nikarin jiyanê jî bi parêzin.”

Di dawiya axaftina xwe de Hawser Emîn hikumetê rexnekir û got; “Hikumetê nekarî jîngehê biparêze û rê li dagirkeriya dewleta Tirk bigire, em dibînin daristanên me li herêmê tên şewitandin.”