Jîngeh parêz daxwaza parastina Goma Fêlaw dikin

BALEKAYETÎ

Goma Fêlaw a li Balekayetî tevî ciwanî û balkêşiya xwe bala geştiyaran dikêşe ser xwe, lê ji ber neparastina jîngehê û çavdêrînekirina gola Fêlaw, wisan bûye ku jîngeha golê xira bibe, derdora wê tije bûye ji çop û bermahiyan. Şînatiya derdora golê jî sal bi sal kêmtir dibe.

Goma Fêlaw yek ji golên herî balkêş û xweşik ên Herêma Kurdistanê ye. Salane ji bo dîtina vê gola ciwan bi sedan geştiyarên navxwe û biyanî berê xwe didin Gola Fêlaw. Lê ji ber ne parastina jîngehê, avêtina çop û agir pêxistina li ser şînatiya li dora golê, her ku diçe ciwaniya berê ya golê namîne.

Di derbarê giringiya parastina jîngeha deverê de jîngeh parêz ji ajansa me re axivîn.

Jîngehparêz Hoşyar Mihemed diyarkir ku gelek geştiyarên serdana Gola Fêlaw dikin xwezayê naparêzin û ciwaniya golê xirab dikin. Hoşyar got: “Xwezaya ciwan a vê golê li kêm cihên Kurdistanê heye. Lê dema ji bo dîtina ciwaniya wê serdan dikin, beşek ji geştiyaran jîngeha derdora golê wêran dikin û vedigerin.”

Hoşyar Mihemed daxwaz kir ku kesên serdana deverê dikin jîngehê biparêzin û ti kes agir li ser şînatiya derdora golê nekin.

Welatiyê bi navê Keywan Merûf jî ku ji bo geştiyariyê serdana Gola Fêlaw kiribû, got: “Me rêyek dirêj biriye daku em ciwaniya vê golê bibînin. Li her cihî geştiyar serdana vê golê dikin. Lê mixabin xwezaya golê her ku diçe tê guhertin û ciwaniya xwe ji dest dide.”

Keywan xwest ku çavdêrî li ser parastina gola Fêlaw hebe û rê li qirêjkirina derdora golê bê girtin. Her wiha got: “Pêwîste xizmetên pêwîst ên wek çêkirina rê ji golê re bê kirin. Pêwîste geştiyar jî dema serdana deverê dikin rêz li xwezayê bigrin.”

Gola Fêlaw ji ber ciwaniya xwe bûye yek ji deverên ku herî zêde geştiyar serdana wê dikin. Salane di demsala Biharê de hejmarek zêde ya geştiyaran ji bo dîtina golê serdana Gola Fêlaw dikin. Bi dûriya 8 kîlometran dikeve li qontara Çiyayê Sêkêl a li sinorê navçeya Çomanê. 1800 metran ji asta deryayê bilinde.

(kş)