Çirûskên rêya şoreşa azadiyê û tirsa nava dilê rejîmê

NAVENDA NÛÇEYAN

Ew li hemberî hemû zilma rejîma Îranê, di şert û mercên herî zehmet de, li girtîgehê li ber xwe dan. Ew bûn hêvênê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro bi hezaran kes ji bo azadiyê li qadanin. Kemanger, Elemhulî, Heyderyan, Wekîlî û Îslamyan, pênc şoreşgerên azadî û rêya serkeftinê.

Cezayê darvekirinê yek ji cezayê herî kevin ê dîroka mirovahiyê ye, wateya darvekirin tê wateya kuştina kesek ji ber sucek mezin. Di dîrokê de cezayê darvekirinê ji ber sucên cûda dihate dayîn, xiyaneta li netewî yek ji wan sucê ku yekser cezayê darvekirinê jêre dihat derxistin, di roja meya îro de bi hêcetên bê bingeh jî mirov tên darvekirin, li Rojhilata Navîn Îran welatê sereke yê darvekirinê ye.

Ji dema Şah heta Xumeynî, Îran bûye çalek tarî ya sîstema darvekirin û terorê. Rejîma Îranê di dîroka temenê xwe de hertim li dijî ‘azadî, pênûs û zanînê’ sîstema darvekirinê weke amraza çavtirsandin û bêdengkirina rewşenbîr, siyasetmedar, şoreşger û her kesê ku li dijî hikûmraniya wî serî hildayî bikaraniye. Niha li cîhanê dema ku peyva darvekirin tê gotin, di rêza yekem de Îran li bîr û fikirên mirovan de cih digire.

Azadî, pênûs û zanîn, sê peyvên ku dîktarorên xwînmij jê ditirisine. Rejîma Îranê jî yek ji wan hikûmraniyên li ser sîstema dîktatoriyê desthilata xwe berdewam dikeye. Sedan sale ku li Îranê çalakvanên siyasî û kesên azadîxwaz ji ber “raman û fikirkirin”ê digirin, bi şêweyên formalîte mehkeme dikin û dawiyê jî ger ew xwe teslîm nekin û nameyên poşmaniyê ji rêber û desthilatdaran re nenivîsin, têne darvekirin.

Pêla girtin û qetilkirina ciwanên Kurd

Piştî her sê şoreşên gelan ên Îranê, demek bû Rojhilatê Kurdistan û gelên azadîxwaz li benda tevgereke siyasî û şoreşger bûn. Heya wê dema ku ji nûve dibin fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dest bi xebata fikrî û çekdarî hat kirin. Tîrêjên şoreşê gihişt nava gund û bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî

Piştî damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û pêşketina şoreşa civakî, li Rojhilatê Kurdistanê bi sedan ciwanên Kurd tevlî nava refên gerîla bûn. Li nava bajaran de rêxistinên siyasî û sivîl jî pêşket.

Di beramber de rejima Îranê dest bi pêla girtin û qetilkirina ciwanên Kurd kir. Lê ciwanên Kurd di têkoşîna xwe de wê yekê piştrast kirin ku li cem wan bi can fedakirinê jiyan destpêdike û bi darvekirinê jî serê Kurdan bilind dibe û şewq dide.

Rejîma Îranê 44 sal temenê xwe de darvekirinan weke amrazek bêdengkirin û çavtirsandinê dijî xelkê Rojhilatê Kurdistan, şoreşger û çalakvanan bikartîne. Ji vane jî Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Hisên Xizrî û Ramîn Hisên Penahî û gelek kesên din para xwe ji vê yekê girtin.

Di rojek weke îro de di berbanga 9’ê Gulana 2010’an de çar têkoşer û şoreşgerên gelê Kurd li gel şoreşgerek Îranî, li girtîgeha Evîn a Tehranê ji aliyê rejima Îranê ve bi hinceta ku endamên PJAK’ê ne, hatin bi darvekirin. 13 sal di ser darvekirina van şoreşgeran re derbas dibe, mûma ku wan pêxist, heta niha jî bûye çirayek ji bo rêya têkoşer û xebatkarên Kurd. Ispata vê jî şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.

Her yek ji van şoreşgeran xwediyê xebat û têkoşînek siyasî, netewî, sivîlî û mirovî bûn. Ji ber vê yekê jî tirs xistibûn dilê dewleta Îranê.

Ferzad Kamanger

Ferzad Kamanger di sala 1976’an de li bajarê Kamyaran a ser bi Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Endamê Meclîsa Sendîkaya Mamostayan û endamê Rêxistina Jîngehparêz a Ask bû. Zarokên Kurd fêrî xwendin û nivîsandinê dikir. Herwiha bi navnavê Siyamend di Kovara Royand de nivîs dinivîsî. Herwiha çalakvanekî naskirî yê mafê jinan bû. Di meha Tebaxa sala 2006’an de li Tahranê li gel du hevalên xwe hate girtin.

Di dema taziyeya Kemanger de dayîka wê di got; “Rêya wî negirin, wî rêya mirovayetiyê girtiye. Min kotira xwe ji bo dibistanê şand, min Ferzadê xwe ji bo civakê perwerde kir, ez wî pêşkêşî Kurdistanê dikim.”

Şîrîn Elemholî

Şîrîn Elemholî di sala 1981’an de li  gundê Dêmkişlak’ê yê bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. 7 bira û 2 xwişk hebûn. Di sala 2006’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Di 25’ê Nîsana 2008’an de li Tehranê hate girtin û di roja 9’ê Gulana 2010’an de hate darvekirin.

Şehîd Şîrîn li girtîgehê li dijî êşkencekirinê dest bi grevê dike û 22 rojan berdewam dike, heta ku sewqî qawîşa 29’an a jinan a Girtîgeha Ewîn a li Tehranê dikin. Piştî 6 mehên êşkenceyê dibin beşa jinan a heman girtîgehê. Di 19’ê Kanûna 2009’an de bi îdiaya endama Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) cezayê darvekirinê lê tê birin. Tevî ku li dijî vê biryarê kampanya îmzeyan hate destpêkirin, lê dîsan hate darvekirin.

Ferhad Wekîlî

Ferhad Wekîlî di 23’ê Gulana 1966’an de li bajarê Sine ji dayik bûye. Kurê Şerîfe û Mihemed Seîd bû. Zanîngeh qetandîbû. Bavê sê zarokên bi navê Hengame, Hewram û Hewraz in.

Di salên ciwantiyê de dest bi karên civakî û siyasî ji bo riya azadiya Kurd û Kurdistanê dike. Ji ber van kar û xebata xwe di 2006’an de  li cihê kar (Saziya Ziraetê ya Sine) j aliyên hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hate giritn.

Ferhad Wekîlî di girtîgehên Ewîn, Recayî Şar û Kirmaşan tê êşkencekirin. Piştî salek û nîvê yê girtin û êşkencekirinê di 30’ê Çileya sala 2008’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi dadgehkirinek 7 deqeyî û bê parêzer cezayê 10 salan û cezayê darvekirinê lê tê birîn. Di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Elî Heyderyan 

Elî Heyderyan  di sala 1980’an de li Sine ji dayik bûye. Xwendina xwe li wir temam kir û di sala 2001’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Di 16’ê Mijdarê de li paytexta Tehranê ji aliyê hêzn Îranê ve hate girtin. Piştî 18 mihên êşkencekirinê di dadgehkirina 10 deqeyî û bêamadebûna parêzer bi îdiaya endamê PKK’ê ye, cezayê darvekirinê lêhate birîn.

Şehîd Elî Heyderyan di nameyek xwe de eşkere dike ku dema ji dadwer xwestine belgeyên van îdiayan nîşan bide, dadwer wiha bersiva wî dide; “Cezayê dosyayên siyasî ji aliyê saziyên ewlehiyê ve tên dayîn. Ez tenê dixwînim.” Piştî dadgehkirina bêdadperwerî, dibin girtîgeha Ewîn û di 9’ê Gulana 2010’an de tê darvekirin.

Mehdî Îslamiyan

Mehdî Îslamiyan yek ji wan girtiyane ku li gel 4 girtiyên siyasî li Girtîgeha Ewîn a Tehanê hate darvekirin. Mehdî di 3’yê Gulana 2008’an de hate girtin. Di 5’ê Kanûna 2009’an de bi îdiaya endamê Meclîsa Paşayetî û bi alîkariya birayekî xwe teqînek li mizgeftekî bajarê Şîrzad pêk aniye bi cezayê darvekirinê hate cezakirin û di 9’ê Gulanê de hate darvekirin.

Piştî 44 salan çi hat guhertin?

Piştî 44 salan, qêrîna azadiyê ya Serhildana dibin pêşengtiya jin û ciwanan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpê kir, stûnên rejîma Îranê hejand û li her aliyê welat bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ deng veda. Lê hîna tekane diyariya rejîma Îranê ya ji bo gerdena azadîxwazan, darvekirine.

Hîna bi sedan ciwan û têkoşerên Kurd û gelên din yên li Îranê, di zindanên rejîma Îranê de tên ragirtin û gelek ji wan cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn. Bi sedan ciwan ji ber ku tenê daxwaza mafê rewa yê xwe û gelê xwe dikin, cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.

Rêxistinên mafên mirovan ên li Îranê ragihandin ku li di sala 2023’yan 823 kes hatin bidarvekirin û mafê jiyanê yê 333 kolberan jî hate binpêkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku 27 kesan di encama teqîna mayin û teqemeniyan de jiyana xwe ji dest dan û li girtîgehan jî 34 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Li seranserî Îranê di tevahiya salê de hejmara kesên hatine girtin weke 2 hezar û 342 hate destnîşankirin.

Di heman demê cezayê mirinê li 21 aktîvîstên siyasî û çalakvanan hate birîn. Li gorî îstatîstîkan; 547 aktîvîst bi giştî 94 salên girtîgehê yê hatiye taloqkirin û bi cezayê 2 hezar û 547 qamçiyan û 2 hezar û 944 sal cezayê hefsê re rû bi rû man.

Di raporê de hat diyarkirin ku girtî bi awayekî keyfî tê ragirtin, welatî bi awayekî keyfî tên girtin û tundiyeke bêsînor li dijî kolber û aktîvîstên sivîl tê kirin. Di raporê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo parastina maf û jiyana xelkê Îranê zextê li rejîma Îranê bikin.

Tenê di meha destpêkê ya îsal de ji ber tometên cuda cuda, 74 kes li girtîgehên Îranê hatin darvekirin. Yek ji girtîgehên ku herî zêde girtî lê hatîn darvekirin jî, girtîgeha li Elbûrze.

(fk)