‘Dayîkek rewşenbîr civakek rewşenbîr ava dike’

ÇEMÇEMAL

Xwendina pirtûkan yek ji rêyên herî giring ên rewşenbîrkirina tak û civakê ye. Li ser mijarê jinên Çemçemal gotin: “Ger dayîk rewşenbîr û têgihişitîbe, bê guman wê zarokên xwe jî bi tendirust perwerde bike. Pirtûk yek ji wan tiştaye mirov çiqas pêre mijûl be her kême.”

Pirtûk amrazek bê giyane, lê zimanekî wê yê bibandor heye. Di mejiyê mirovan de zanist û zanyariyek dewlemend kom dike. Bê guman her civakek ku ferdên wê pirtûkan bixwênin, ew civak zindî dimîne.

Di derbarê giringiya xwendina pirtûkan bi taybetî jî jin, jinên navçeya Çemçemalê nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Jina bi navê Gulistan Hisên li ser giringiya xwendina pirtûkan a ji bo jinan got: “Xwendin ji bo jinan gelek giringe. Ji berku dayîka zaroka ye, zarok jî siberoja hemû civaka ye. Zarok perwerdeya destpêkê li ber destê dayîka xwe dibîne. Ji bona wê ger dayîk xwendewar, rewşenbîr û têgihiştî be, bê guman wê zarokên xwe jî baş perwerde bike. Dibe sedem ku ew zarok di siberojê de xizmetê ji civakê re bike û durî reftarên xirab bisekine.”

گوڵستان حسێن

Di dewamê de Gulistan Hisên got ku dayîka rewşenbîr hertim dixwaze tişta herî baş fêrî zaroka xwe bike û rêya rast nîşan bide.

Têkildarî giringiya xwendina pirtûkan a ji bo ciwanan jî Gulistan got: “Di serdema teknolojiyê de ji ber mijûlbûna ciwanan a bi medya dijîtal ve dikarim bêjim ku mixabin ta astek xwendin di rewşek xirab de ye. Bê guman xwendin ji bo ciwanan sud û giringiyek xwe ya baş heye. Ji berku îro amêrên teknolojîk wisan kirine ku mirov ji xwendina rastî dûr bikevin. Hêvîdarim navend û rêxistinên heyî ciwanan teşwîqê xwendina pirtûkan bikin.”

Li ser heman mijarê jina bi navê Zeyneb Mihemed jî got: “Ji navê ciwanan jî diyare ku ciwan çîna herî ciwan a civakê ne. Ger ciwan li ser derdora xwe, çand, ziman û dîroka gelê xwe hişyar bin, bê guman wê bibe sedema pêşketina welat.”

زەینەب محەمەد

Zeyneb Mihemed diyarkir ku pirtûk yek ji wan tişta ye mirov çiqas pêre mijûl be hêj kême û got: “Niha hejmara pirtûkan bê sinore, hejmara nivîskaran bê sinore, lê mixabin hejmara xwêneran kême. Xwêner divê cidî be û baş li ser xwendina pirtûkê bifikire. Ne tenê bêje vaye min pirtûkek xwend temame. Pêwîste zanyariyên ku ji naveroka wê pirtûkê girtine di jiyana xwe ya rojane de bixe pratîkê.”

(kş)