Li Kerkûkê jinek ji aliyê kurê xwe ve hat kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN

Hat ragihandin ku li gundekî Kerkûkê kesek li mala xwe de bi çekê dayîka xwe kuşt. Polîsên Kerkûkê di derbarê bûyerê de lêpirsîn dane destpêkirin.

Li gor nûçeyên medya Iraqê, îro li gundê Terkelanî ya ser bi bajaroka Topzawa ya dikeve başûr rojavayê Kerkûkê, kesek bi çeka kelaşînkofê dayîka xwe ya bi navê (S.E.M) bi giranî birîndar kir û piştre jî ji ber birîna wê giran bû, jiyana xwe ji dest da.

Li gor heman çavkaniyan, polîsan di daxuyaniya ku di derbarê bûyerê de dane, gotine ku wî kesî dema bi çekê dileyîst, bi xeletî fîşek li dayîka xwe daye, lê lêpirsîna li ser bûyerê berdewame.

Hêjayî bibîrxistinê ye di dawiya sala borî de jî hatibû gotin ku jinek bi xeletî ji aliyê kurê xwe yê heft salî ve hatiye kuştin. Lê piştre eşkere bû ku bûyer ne bi xeletî rû daye, ew jin ji aliyê hevjînê xwe ve hatiye kuştin.

Di meha Nîsanê de ev çarem bûyera kuştina jina ye li Herêma Kurdistanê rû dide. Her wiha bi giştî di nava 4 mehan li Herêma Kurdistanê 20 bûyerên kuştin û mirinên bi guman ên jinan rû dane.

(kş)