NAVENDA NÛÇEYAN
Li Dihokê agir kampek penaberên Êzidî ket, konên penaberan şewitîn û ziyana madî çêbû.
Li gorî agahiyan duh derengiya şevê agir bi kampa Şarya a penaberên Êzidî ya li Dihokê ket. Piştî bûyerê agir ji aliyê tîmên agir kuj ve hate vemirandin û kontrolkirin.
Di encama şewatê de tiştek bi kesê nehat, lê çadirên penaberan şewitîn û ziyana madî çêbû.
Hêjayî gotinê ye kampa Şarya li bajarokê Sêmêlê ya girêdayî Dihokê ye û di sala 2014’an de piştî êrişa çeteyên DAIŞ’ê gelek Êzidiyên li Şengalê liwir bicih bibûn. Niha jî ji ber astengiya PDK, xelkê Êzidî yê di wargehan de nikare vegerin Şengalê.