‘Desthilata herêmê rojnamevaniyê bê qîmet kiriye’

SILÊMANÎ/ROJNEWS

Mamostayê beşa ragihandinê Çolî Eseed da zanîn ku li Herêma Kurdistanê karê medyayê hatiye bê qîmetkirin û got; “Desthilat atmosferek wiha afirandiye ku êdî baweriya kesê bi medyayê nemîne.”

Li Herêma Kurdistanê rojnamevan tên revandin, windakirin, qetilkirin û girtin. Desthilata heyî rê nade kes bi azadane fikir û ramanên xwe ragihîne. Mamostayê beşa Ragihandinê Çolî Eseed derbarê rewşa azadiya fikir, raman, rojnamevanî û azadiya rojnamevaniyê ya li Herêma Kurdistanê ji ajansa me re axivî.

Mamosta Çolî Eseed derbarê rewşa rojnamevanan ya li Herêma Kurdistanê de got; “Azadiya rojnamevanî di aliyê rastî de bi pirsgirêke, zanyarî bi destê rojnamevanan nakevin, azadî û desthilata pîşeyî ya medyayê ji bo rojnamevanan nîne. Karê rojnamevanî bi saya desthilatê welê hatiye ku êdî kes jê bawer nake, ev jî we dike ku medya bê qîmet bibe û bandora medya ya li ser civakê nemîne.”

Mamosta Çolî di dewamê de dibêje; “Di atmosfera siyasî û civakê de ku hemû vîrûs têde kombûne, desthilat wisan kirine ku hemû saziyên yasayî bixin xizmeta xwe de û ji bo berjewendiya xwe bikarbînin. Karê hikumetê ewe ku tenê hêcetek bibîne û bi awayek xirab nêzî rojnamevanan bibe. Heya niha jî yasayên karê rojnamevanan neketine meriyetê û kar pê nayê kirin.”