Cindo Omer: Malbatên ku Rêber Apo nas kiribûn di fermanê de ji Şengalê derneketin!

ŞENGAL/ROJNEWS

Endamê Rêveberiya Şaredariya Gel a Şengalê Cindo Omer, dibêje dema ferman çêbû, malbatên ku Rêber Apo naskiribûn terka Şengalê nedan, nêzî hezar û pêncsed malbat di çiya de man û dibêje: “Tenê Rêber Apo dikare, şerê li herêmê çareser bike. Divê kesek weke Rêber Apo di zîndanê de nemîne. Zîndanîbûna wî tê wateya zîndanîbûna me. Ji ber vê divê em şev û roj ji bo azadiya wî têbikoşin.”

Beşek ji Êzidiyên Şengalê beriya fermanê bi rêya TEVDA’yê naskirina xwe ji fikrê Rêber Apo re çêbûbû. Beşek jî dema komploya navnetewî ya dijî Rêber Apo pêkhat, bihîstibûn, lê naskirineke ji nêz ve nebû. Lê piranî naskirina ji nêz ve piştî salên 2000’an tê. Endamê Rêveberiya Şaredariya Gel a Şengalê Cindo Omer jî yek ji wan welatparêzên ku beriya fermanê fikrê Rêber Apo bi rêya TEVDA’yê naskiriye ye.

Xebatên TEVDA’yê bi hêsanî pêşnediketin ji ber gelek astengî li pêş hebûn. Ev astengî jî ji aliyê PDK’ê ve dihate kirin. PDK ji bo nehêle civaka Êzidî bibe xwedî îrade, xwe rêve bibe, xwe bixwe biparêze û derbarê xwede bibe xwedî gotin, ne dihişt fikrê Rêber Apo û PKK’ê li Şengalê belav bibe, civaka Êzidî vî fikrî nas bike. Ji ber eger civaka Êzidî vî fikrî nas bike, wê ji bin bandor û desthilata PDK’ê derketiba. Ji ber vêya PDK timî bû perjînek navbera civaka Êzidî û Rêber Apo de. Lê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an maskeya PDK’ê û Barzaniyan xist. Di fermanê de kê xizmetê ji civaka Êzidî re kir û kê wan di nava agir de hişt diyar bû. Ji ber vê her Êzidiyek diaxive, yek ji gotina wan a timî dibêjin, ‘Eger me beriya fermanê Rêber Apo û şagirtên wî naskiriba, wê ev fermana mezin bi ser me de ne hatiba’ ye.

Cindo Omer jî di sala 2010’an de bi rêya endamên TEVDA’yê ku li ser fikrê Rêber Apo hatibû damezrandin, Rêber Apo û tevgera PKK’ê nas dike. Cindo wiha behsa naskirina xwe ya destpêkê dike; “Min di sala 2010’an de bi rêya TEVDA’yê Rêber nas kir. Hinek heval li Şengalê xebatê dimeşandin. Her wiha hinek hevalên min ên berê min Rêber Apo naskiribûn hebûn, me timî li ser fikre Rêber Apo nîqaş dikir û ji ragihandinê jî dişopand.”

‘Ji saya Rêber Apo nêzî hezar û 500 mal di çiya de man’

Li gorî Cindo Omer dibêje, xelkê Şengalê yê zilm didîtibû û hejarbû, li dora vî fikrî kom dibûn û azadiya xwe di vî fikrî de didîtin û axaftina xwe wiha didomand: “Heval ji ber wekheviyê diparastin û fikrê wan paqijbû, xelkê hejar û zilm dîtî li dora wan kom dibû. Beriya fermanê û heta fermanê jî kedeke hevalan a pir zêde li vir hebû. Bi taybet ji bo gel xwe birêxistin bike, kedeke mezin hate dayîn. Ji saya vê rêxistinbûna wan di dema fermanê de nêzî hezar û pêncsed mal di çiyê da man, ji Şengalê derneketin. Ev encama ked û rêxistinbûna wan hevalan bû.”

‘Keç û xortên Êzidî Şengalê rêve dibin’

Cindo Omer di dewama axaftina xwede îşaret bi girîngiya naskirina fikrê Rêber Apo ji bo civaka Êzidî jî kir û wiha pêde çû: “Beriya em vî fikrî nas bikin, ew hêza ku em xwe bi xwe bimeşînin tinebû. Lê em niha ji saya vî fikrî xwe rêxistin dikin û bûne xwedî hêza leşkerî. Dewlet me li ser esasê berjewendiyên xwe perwerde dikir, lê niha em bixwe xwe perwerde dikin. Xwedî meclîsin. Şaredariyên me hene, xizmetê dikin. Hêzên YBŞ-YJŞ’ê me diparêzin, asayîşa Êzidxanê ewlehiya bajêr digire. Ji ber vê ferqeke mezin navbera niha û beriya fermanê de heye. Ji ber êdî keç û xortên Êzidî Şengalê rêve dibin.”

‘Niha şaredariyên me xizmetê ji Şengalê re dikin’

Di dewama axaftina xwede Endamê Şaredariya Gel a Şengalê Cindo Omer li ser bandora fikrê Rêbertî li ser parastina xwezayê, xizmeta ji gel û xwezayê re û wiha axivî: “Berê şaredariyên Iraqê kar dikirin, herkes têde kar nedikir. Lê niha hemû gund û bajar ji aliyê gelê me ve tên paqijkirin û vêya jî ji bo parastina xwezayê dikin.  Dema yek ji derve were, wê bandora vî fikrî li Şengalê bi çav jî bibîne.”

‘Azadiya Rêbertî wê aramiyê ji bo gelan bîne’

Cindo Omer bal dikişîne ser têkoşîna gerîla ji bo civaka Êzidî kiriye û wiha pêde diçe: “Hinek gerîlayên ji çiya ji bo parastina Şengalê hatibûn, hîn nan û ava Şengalê, venexwaribûn şehîd bûn! Ji ber vê qîmeteke vî fikrî yê mezin ji bo Şengalê heye. Ev fikrekî gelekî taybet e. Ji ber vêya desthilat û dewlet vî fikrî ji bo xwe xeter dibîne. Ji ber vêya Rêber Apo bi komployekî navnetewî girtin. Lê Rêbertî di girtîgehê de jî be, fikrê wî li derveye. Ev fikir niha li hemû devera dinyayê belavbûye. Azadiya Rêber Apo tê wê wateyê ku hemû gelên cîhanê di nava aramiyê de bijîn.”

‘Pêwîste em şev û roj ji bo azadiya Rêber Apo bixebitin’

Cindo Omer dazanîn Rêber Apo ji ber azadiya gelan esas digire hatiye dîl girtin û axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Rêber Apo ji ber azadiya gelan esas digire di zîndanê de ye. Ji ber vêya gel jî di zîndanê de ye. Lewma dema em azadiya Rêber Apo dixwazin, azadiya xwe dixwazin. Divê em şev û roj ji bo azadiya wî têbikoşin. Dema Rêbertî azad bû, mîsoger emê jî azad bibin. Kesek mîna Rêber Apo di vê di zîndanê de nemîne. Ew çiqas di zîndanê de bimîne, tê wateya ku em di zîndanê de ne. Niha şereke cîhanî ya desthilatiyê tê meşandin. Eger fikrê Rêber Apo li cîhanê de bihêz bibe, wê şer jî rawestin. Bi dîtina min kes nikare derveyî Rêber Apo vî şerî bide rawestandin.”

(rn)