NAVENDA NÛÇEYAN
Xelkê navçeya Til Hemîsê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn şehîd Nîdal Îbrahîm El Mihemed oxir kir û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin.
Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, endamên saziyên sivîl û partiyan li Goristana Şehîdan a navçeyê kom bûn û endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn şehîd Nîdal Îbrahîm El Mihemed oxir kir. Nîdal Îbrahîm El Mihemed duh li herêma Cinûb El Red a Til Hemîsê şehîd bûbû.
Di merasîma oxirkirinê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Xalid El Nayîf axivî û fedakariyên şehîdan silav kirin.
Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hindirîn li Til Hemîsê Mihemed El Hesen jî wiha axivî: “Em ê rê û paragdîmaya Rêber Abdullah Ocalan temam bikin û di oxira parastina welat de, canê xwe feda bikin.”
Endamên malbata şehîd Nîdal jî soz da ku rêya şehîdan berdewam bike.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û şehîd li goristanê hate veşartin.