Talebanî: Pêwîste lêkolînek baş li ser êrişa li dijî Kormor bê kirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di daxuyaniyek de ragihand, divê hikûmeta Iraq û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê lêkolînek baş li ser êrişa li dijî qada gazê ya Kormor bikin û ji bo duberenebûna êrişan tedbîrên pêwîst bigrin.

Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, têkildarî êrişa duh bi şev li ser qada gazê ya Kormor a li Çemçemalê pêkhatî daxuyaniyek da.

Talebanî êrişê şermezar kir û xemgîniya xwe ji ber jiyan ji destdan û birîndarbûna hin karmendên kompanyê anî ziman.

Di dewamê de Talebanî daxwaz ji hikûmeta Iraqê û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kir ku demildest lêkolînek berfireh li ser êrişê bikin. Talebanî got, ji bo êriş dubare nebin pêwîste tedbîrên cidî werin girtin.

(kş)

Êrişî qada gazê ya Kormorê hate kirin

Di êrişa li ser Kormor de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan