Li sînorê Koyeyê werza pezbirînê destpêkiriye

KOYE-ROJNEWS

Bi hatina werza havînê re, xwediyên lawiran dest bi birîna postê lawiran dikin. Lawirvan bi vê yekê li aliyekê hem xwe amade dikin, hem jî ew postê ji lawiran qut dikin ji bo xwe difiroşin û wek çavkaniyek a debara jiyanê bikartînin.

Civaka Kurd bi xwezayê re di nava hevsengiyekê de jiyan kirine. Li hemberî xwezayê civak rêzdare. Xweza jî ji bo jiyana civakê berhemên xwe dide civakê. Civaka Kurd piraniya jiyana xwe bi çandinî û lawirvaniyê ve xerikbûne. Debara wan ya esasî ji van her dû pişeyan pêktê.

Gelê Kurd hinek çandên wan yên bi xwezayê re tên kirin hene. Evane; berxşu, berxbir, berdana kezwanan, pez dudan kirinin. Ev çand taybet bi jiyana xwezayî ve bê zagon çêbûne û xwezayîne. Civak bi xwezayê re di nava rêzdariyekê de jiyan dike, xweza jî civak bi berhemên xwe civakê mukafat dike.

Her sal bi nêzîkbûna werza havînê re, yek ji çandên ku herî kevin yên Kurdewariye, çanda berxbir ango birîna postê lawiran li deverên germahiyê zû tê destpê dike. Niha jî li gundên li sînorê bajarokê Koye yê ser bi parêzgeha Hewlêrê dest bi birîna postê lawiran kirine.

Yek ji gundên Koyeyê ku dest bi birîna postê lawiran kiriye, gundê Qesir ku bi navê Qesir Xerabe tê naskirin e. Lawirvan û welatiyên vî gundî ku di vî demî de bi vî karî ve mijûl dibin, di derbarê şêwazê birîn û pêkanîna postê lawiran de agahiyan bi ajansa me re parvekirin.

Lawirvanê gundê Qesirê Kemal Şikur di destpêka axaftina xwe de qala amadekariyên ji bo werza havînê û şêwazê birîna pez kir û wiha got: “Rojek beriya ku em pez û dewarên xwe ji bo birînê bînin, em ji gund gazî hin pisporên birîna postê pez dikin û carinan ji gundên din jî gazî dikin. Em ji roja din saet di 06.00’an de dest bi birînê dikin. Destpêkê çend kes pez datînin erdê em ji wan re dibêjin ‘mer xer’, her wiha ew benê ku bi wê lingê pez tê girêdan jî jê re dibêjin ‘pel best (bizînik) ’. Kesên ku postê pez dibirin jî jê re dibêjîn ‘cobir an jî cewbir’. Ev kar her sal wek karek kolektîf di nava lawirvanên gund de tê lidarxistin û hevkariya hev dikin.”

Cewbirê bi navê Azad Mihemed wiha qala cûrê birîna postê pez kir: “Salane di serê meha Nîsanê de, li herêmên germahî zû tê, dest bi birîna postê pez dikin. Lê li sînorê herêmên me, di nîva meha Nîsanê de destpê dikin. Ev jî li gorî avhewayê û xweşiya salê di warê mêrgê de tê guhertin. Ger biharê baran bibare û giya pir be, pez hiriya nû vedigerîne. Wê demê em dibêjin hatiye birînê. Çiqas xizmeta pez baştir be, birîna wê jî ewqas hêsantir dibe.”

Wek cewbir Azad dibêje carna beriya birîna post an jî hiriya pez, pez têne şuştin da ku piştî birînê hêsantir were paqijkirin.

Di dema gundî bi birîna pez ve mijûl, kalemêrek jî tevî temenê xwe yê gihayî heştê salî jî ji bo cewbiran bi berê hesan cew (amêra ku cewbir pê post/hiriya pez dibire) tuj dike û amade dike. Mihemed Ebas ku tevî westana xwe jî ji me re hinek qala karê birîna postê pez kir û wiha axivî: “Ez ji zarokatiya xwe ve hertim beşdarî vî karî bûme. Karê min tujkirina cewan bû. Di nava karê niha û demê berê de zêde ferq nîne. Berê hiriya pez difirotin û pereyekî baş bi dest dixistin, lê niha neçar in bişewitînin an jî bavêjin, ev jî dewlemendiyek girîng e ku tê îsrafkirin.”

Di nava civaka Kurd de her dema ku lawirvan dest bi pezbirînê dikin, li kêleka wê xwarinên gelêrî yên Kurdewarî têne çêkirin. Ev çand li sînorê Koyeyê jî hatiye parastin. Ji bo vê jî dema cewbir bi birîna hiriya pez ve mijûlin, jin jî bi amadekirina xwarinê ve mijûl dibin. Li gundan hîn jî ruhê hevkarî, hevparî û kolektîfbûnê zindiye û giringiyek ji bo wê tê dayîn.

Kiwêstan Mîrza ku ji bajar ji bo amadekirina xwarina cewbiran hatiye wir di derbarê çêkirina xwarina gelêrî ya ‘quraw (helîse) ’ ya ku di dema pezbirê de tê çêkirin de axivî û wiha got: “Destpêkê em goşt baş dişûn û datînin ser agir ta baş dikele. Piştre mastê pez datînin ser agir heta ew jî baş dikele, wê demê goşt û mastê keliyayî bi hev de tevil hev dikin. Çend deqeyan bi domdarî divê tev bidin, ji ber ku mast neyê helandin, xerab dibe û tama wê xweş nake. Piştre dema hinek hişk dibe, ji agir dadixin xwarê û ji bo xwarinê amade dibe.”

Tevî ku Herêma Kurdistanê ji bo lawirvanî û çandiniyê gelek destdayî û dewlemende, lê ji ber nebûna plan û bernameyeke baş ji aliyê hikûmetê ve ji bo kerta lawirvaniyê, karê lawirvaniyê zehmet bûye, lewma berhemanîna navxweyî her diçe kêm dibe.

(fk)