Li Şengalê bi destpêkirina demsala dirûnê re metirsiya derketina şewatê heye

ŞENGAL-ROJNEWS

Li Şengalê bi destpêkirina demsala dirûnê re, tirsa derketina şewatê zêde dibe. Bi vê mebestê cotkarên herêmê bang li welatiyan dikin ku ji bo pêşîgirtina agir û parastina zeviyên çandiniyê tedbîrên ewlehiyê bicih bînin.

Werza dirûna ceh li deverên başûrê Şengalê îro destpê kir. Cotkar ji berhemê îsal gelek razî ne ku ji ber barîna zêde ya baranê zeviyên wan bi xêr û bereketin. Lê tevî berhemê baş yê îsal, cotkarên deverê ji derketina şewatê li nav zeviyên xwe bifikarin û bang dikin ku tedbîrên ji bo pêşîlêgirtina derketina şewatan bên girtin.

Cotkar ji welatiyên deverê daxwaz dikin ku hevkariyê bi wan re bikin û ji bo pêşîgirtina agir û parastina zeviyan, tedbîrên ewlehiyê pêk bînin. Daxwaza cotkaran hişmendî û berpirsiyariyek hevpar ji bo parastina demsala çandiniyê nîşan dide û da ku berdewamiya xebatê di vê sektora girîng de misoger bike.

Corkarên Şengalê dibêjin “Em hêvî dikin ku demsala dirûnê ya serketî ji bo piştgirîkirina aboriya xwecihî da ku asta refaha li herêmê baştir bibe. Lê ji bo ewlekariya cotkar û berhemên wan û ji bo mayîndebûna hilberîna çandiniyê li Şengalê hişyarî pêwîste.”

Şert û mercên hewaya hişk û bayên xurt, ku dibin sedema belavbûna bilez a agir di zeviyên çandiniyê de, metirsiyek rastîn li ser çandinî û milkên çandiniyê çêdike.

Her wiha cotkar ji ber lêçûnên zêde û nebûna piştgiriya Rêveberiya Çandiniya Şengalê rastî zehmetiyên darayî tên, bi taybet jî di derbarê depokirina genim de.

Van astengiyan zextek din li ser sektora çandiniyê ya herêmî zêde dike, ku gelek jê xwe dispêrin çavkaniya sereke ya dahatê.

(wd)