Artêşa Îsraîlê banga valekirina bajarê Refehê kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bang li niştecihên bajarê Refehê kir ku demildest herêmê vala bikin.

Artêşa Îsraîlê îro bang li niştecihên bajarê Refehê yê Filistînê kir ku demildest herêmê vala bikin.

Li gorî medya cîhanê, berdevkê artêşa Îsraîlê Avichay Adraee ragihandiye ku artêş bang li kesên li hin herêmên Refehê ya Filistînê dike ku xwe bigihînin Xan Yûnisê.

Adraee got: “Artêş dê bi dijwarî li rêxistinên terorîst ên ku heta niha li cihê xwe mane bide. Çi kesên ku nêzî rêxistinên terorîst bin, wê jiyana wan û ya malbatên wan di xetereyê de be.”

Artêşa Îsraîlê her wiha ragihand ku dê “operasyona wê ya li Refehê diyarker û demkî” be.