Nêçîrvan Barzanî li Almayan bi Fîdan re civiya

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan li Almanyayê civiyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan (Misteşarê Berê yê MÎT’ê) li Almanyayê civiyan. Çi dema ku berpirsekê PDK’ê bi taybet jî ji her sê Barzaniyan bi rayedarên dewleta Tirk re bicivin, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk yên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê zêde dibin.

Wezîrê Derve yê dewleta Tirk ya dagirker Hakan Fîdan beriya demekê serdana Iraqê kiribû piştre li Hewlêrê bi her sê Barzaniyan re hevdîtin pêk anîbû.

Herwiha beriya çend rojan şandeyek ya dewleta Tirk bi serokatiya Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a dagirker Yaşar Guler serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir, dîsa li Hewlêrê bi her sê Barzanî û çend berpirsên din yên PDK’ê û Herêma Kurdistanê re civiyan.

Piştî hevdîtina Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk, rayedarên dewleta Tirk a faşîst tekezî li wê yekê kirin ku ewê di werza biharê de êrişê ser herêmên Başûrê Kurdistanê bikin.

Tevî hemû êrişên qirkirin û tunekirinê yên dewleta Tirk li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurdê azadîxwaz, her sê Barzanî, rayedarên PDK’e bê navber bi rayedarên dewleta Tirk re hevdîtinên veşartî pêktînin û li beramberî hemû dijmintî û dagirkeriyên dewleta Tirk bêdeng û behelwestin.

(wd)