Wezîrê Petrolê yê Iraqê: Proseya hinartina petrola Herêmê dawiya Nîsanê destpê dike

NAVENDA NÛÇEYAN

Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand ku heta dawiya vê mehê hikûmeta Iraqê dê hewl bide rojane 350 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê bi awayekî ceribandinî hinardeyî Tirkiyeyê bike.

Alîkarê Wezîrê Petrolê yê Iraqê yê Karûbarên Derxistina Petrolê Basim Mihemed ji Reutersê re têkildarî pirsgirêka petrola Herêma Kurdistanê agahiyên nû eşkere kirin.

Li gor Reutersê Cîgirê Wezîrê Neftê yê Iraqê ragihand, Bexda boriya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de tamîr dike. Herwiha tê payîn di dawiya meha Nîsanê de hikûmeta navendî ya Iraqê rojane 350 hezar bermîl petrole hinardeyê Tirkiyeyê bike û got; “Xetên boriyên xerab bûyî li Iraqê tamîr bikin û stasyona sereke ya hinartina petrolê ava bikin, dê ev bibe qonaxa yekem ya hikûmeta Iraqê ji bo proseya hinartina petrolê.”

Reutersê behsa wê yekê jî kir ku di 6’ê Nîsanê de, Basim Mihemed, cîgirê wezîrê neftê ji bo karûbarên derxistinê, bi şîrketên Petrola Bakur, Xeta Boriyan, Projeyên Petrolê re civiya û derbarê jinûve destpêkirina hinardeya petrolê guftigo kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di Adara 2023’yan de hinardekirina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê bi biryara dadgeha navneteweyî ya Odeya Bazirganî ya Parîsê hatibû rawestandin. Her wiha 1.4 milyar dolar cezayê pereyan li Tirkiyê sepandibû ku bide hikûmeta Iraqê.

(wd)