Bexda dê bi şert şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê berdewam bike

NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Lîjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr. Nermîn Merûf ragihand ku kontrolkirina lîsteya mûçeyê karmendên Herêmê hîna bi dawî nebûye, lê bê guman wê heta destpêka heftiya bê, Bexda pereyê mûçeyan bişîne.

Endama Lîjneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr. Nermîn Merûf di derbarê mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê de ji medya Iraqê re axivî.

Nermîn Merûf destnîşan kir ku niha Wezareta Darayî ya Iraqê bi kontrolkirina lîsteya mûçeyê karmendên Herêmê ve mijûle ku ev prose wê zêde dem nexwe.

Her wiha Nermîn Merûf diyar kir ku ger heta sibe mûçe neyê şandin, bê guman wê heta destpêka heftiya bê Bexda pereyê mûçeyê meha Nîsanê bişîne.

Nermîn Merûf tekez kir ku divê biryara Dadgeha Federal di mehên bê de were pêkanîn, da ku mûçeyên karmendan bi bankî be û wiha got: “Li gorî biryara Dadgeha Federal divê mûçeyê karmendên Herêmê li ser bankayên girêdayî Wezareta Darayî ya Iraqê bin ku ew jî Rafîdeyn, Reşîd û banka Bazirganîne.”

(fk)