Dr. Mardîn Mehsum: Mûçe ji xizmeta neteweyî, derbazî qada siyaset û nakokiyên siyasî bûye

SILÊMANÎ-ROJNEWS

Her ku diçe bertek û redkirinên beramberî projeya ‘hejmara min’ a ku projeya şexsî ya Mesrur Barzanî ye, zêdetir dibin. Dr. Mardîn Mehsum diyar kir ku ger bankayên beşdarî projeya ‘hejmara min’ bibin, wê karmend bi temamî mafên xwe winda bikin û got: “Dema hikûmetek li ser sektora taybet, projeyek bankî ya taybet an jî çavkaniyek dahatê israr dike, tekeziya wan ew e ku dê dahatek ji bo sektora taybet werbigirin. Hikûmet hemû peywendî û baweriya navbera xwe û welatiyan de qut kiriye.”

Nêzî heft mehin tenê yek muçe li Herêma Kurdistanê hatiye belavkirin û di van rojan de jî dest bi belavkirina muçeyê duyem hatiye kirin lê hîna jî temam nebûye. Hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê projeya ‘Hejmara min’ ragihandiye. Hikûmet dixwaze karmendên Herêma Kurdistanê bi rêya wê hejmarê muçeyên xwe wergirin. Lê beşek zêde ya mamosta û karmendên Herêma Kurdistanê projeya ‘Hejmara min’ red dikin û gumanên wan li ser wê yekê hene ku bikarin hemû muçeyên xwe bi rêya wê hejmarê wergirin.

Projeya ‘Hejmara min’ ku projeya şexsî ya Mesrur Barzaniye, ger pêkwere wê mehane bi milyaran dînar qezenc bike û ew pere bikeve berîka Barzanî û malbata wî. Ji ber wê ew proje ji aliyê Dadgeha Federal û Wezareta Dadê ya Iraqê û piraniya muçexwerên Herêmê ve tê redkirin.

Aborînas û Mamostaya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Mardîn Mehsum di derbarê projeya ‘hejmara min’ û çarenûsa mûçeyê karmendên Herêmê ya di navbera ‘hejmara min’ û banka federal a Iraqê de, ji Rojnews’ê re axivî.

‘Jiyana karmendên bi mûçe û yên bê mûçe gelek xirabe’

Dr. Mardîn Mehsum di destpêka axaftina xwe de qala rewşa jiyana welatiyan û karmendan kir û wiha got: “Rewşa welatiyên herêmê girêdayî mûçeye, ji ber rewşa mûçe gelek xirab e, lewma jiyana karmendên mûçe digirin û heta yên ku bê mûçe ne jî xirabe. Ji ber zincîra aboriyê li ser mûçeye û niha bazar jî rawestaye. Her du jî niha di rewşek sist yan jî rawestanek rêjeyî dene, ji ber wê rewş niha gelek xirabe. Sedemên rewşa xirab a jiyana welatiyan gelekin, em nikarin bi sedemek yan jî salekê ve girê bidin. Ji ber ku ger dîwarek li ser bingehek ne rêkûpêk were avakirin, ew çiqas were bilindkirin jî ger xwehr be, wê di dawiyê de hilweşe. Li gorî min pirsgirêkên ku di kabîne li pey kabîneyê de nehatîn çareserkirin hene. Ew jî hemû heta kabîneya 8 û 9’an di jiyana karmend, welatî û veberhênerên Herêma Kurdistanê de kom bûne. Ango ev tê wê wateyê ku dahatek baş ya me heye, lê rêvebirinek baş nîne û bi awayekî baş nayê birêvebirin.”

‘Ger bankaya beşdarî ‘hejmara min’ bûyî îflas bike, karmend wê mafê xwe winda bikin’

Aborînas Dr. Mardîn Mehsum di dewama axaftina xwe de da zanîn ku divê mûçeyê karmendan li dezgeh an jî bankayek netewî de be û wiha domand: “Em qala mûçeyê karmendan dikin ku xerciyek a dewletê ye. Ango divê werin netewî kirin da ku ev bibe mijarek netewî. Divê mûçeyê karmendan li dezgeh an jî bankayek netewî de be. Ji bo ku karmend ji îflasa bankayê û windabûna mûçeyên xwe netirsin. Ger bankayên beşdarî projeya ‘hejmara min’ bûyîn, bikevin ketinek a aboriyê yan jî îflas bikin, li gorî yasayê karmend wê mafê xwe ji dest bidin. Heta bankanyek beşdarî projeya ‘hejmara min’ bûyî heye ku Bankaya Federal a Emerîkayê wê xistiye lîsteya bankayên metirsîdar de û pereyan spî dike. Bila ez ne aborînas bim û tenê pereyê min hebe, lê çawa bawer dikin, ezê pereyê xwe li cihek wiha bi cih bikim.”

‘Hejmara min’ bargiraniyeke û dudiliyek mezin ji bo karmendan avakiriye’

Aborînas Mardîn Mehsum her wiha balkişand li ser israra serokê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo beşdariya welatiyan di projeya ‘hejmara min’ de û wiha axivî: “Di nava kertên darayî de, bawerî beriya her tişî tê. Ji kerta taybet zêdetir û berfirehtir, bawerî bi kerta giştî tê. Ji bo wê nabe ku mûçeyê karmendan li nava hejmarek bazirganiyê debeç ji ber ku pir hêsanî dikevin nava ketine aborî de û îflas dikin. Her ku banka îflas bike dê mûçeyê min bikeve metirsiyê. Bila neyê bibêjin hikûmet dê tezmînatê bide me, pireke şikestî di navbera me û hikûmetê de heye. Bawerî di navbera me de nemaye. ‘Hejmara min’ bargiraniye û dudiliyek mezin ji bo karmendan çêkiriye. Sîstema hikûmetê sîstemek sermayedariye yan jî hikumetek dîktatorî û dîktatoriya xwe sepandinê ye.”

‘Mûçeyê karmendan ji xizmeta neteweyî, derbasî siyasetê û nakokiyên siyasî bûye’

Dr. Mehsum destnîşan kir ku dema hikûmetek li ser sektora taybet, projeyek bankî ya taybet an jî çavkaniyek dahatê israr dike, tekeziya wan ew e ku dê dahatek ji bo sektora taybet werbigirin û wiha got: “Bi vê yekê desthilat wê hîn zêdetir li ser van bankan xwedî kontrol be û deyn ji wan bigire ku wê bibêje ‘mûçeyê karmendên min li cem we ye’. Ev alî ewqas bi israre li ser vê projeyê ku armanca wê ya yekem ewe ku mûçe di bin kontrola hikûmeta Herêma Kurdistanê de bimîne. Vê jî wek kartek ya zextê li dijî welatiyan bikarbîne. Berê dirûşmeya ‘Kurdistana Azad’ bilind dikir, niha jî dirûşmeya ‘hejmara min’ bilin dike. Binêrin çawa dirûşme hatin kêmkirin û mûçeyê karmendan ji qalibê xizmeta neteweyî derbazî qalibê siyasetê û nakokiyên siyasî bûye. Di her rewşê de bêyî ku rewş û debara jiyana were berçav girtin, karmend ziyanê dibînin.”

Dr. Mardîn diyar kir ku hikûmet dikare bi rêya ‘hejmara min’ van deynan vegerîne û wiha peyivî: “Heta niha projeya ‘hejmara min’ nehatiye yasayîkirin, ti rênimayiyek derbarê projeyê de ji bo karmendan nehatiye dayîn. Her wiha heta niha hikûmeta Herêma Kurdistanê bi yasa û rênimayan nîşan nedaye ka dê di pêşerojê de ev deyn bên vegerandin yan na. Sibe hikûmeta Herêma Kurdistanê di komkirina dahatê de hinceta elektronî kirina sazî dezgehên hikûmetê û şefafiyê bikarbîne, bi hêsanî dikare bi rêya ‘hejmara min’ hemû deynên wek av, elektrîk û avaniyê werbigire û mafê welatiyan namîne ku gilî bikin.”

‘Hikûmet bi temamî baweriya navbera xwe û welatiyan de qut kiriye’

Aborînas û Mamostaya Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Mardîn Mehsum di dawiya axaftina xwe de tekezî kir ku ger hikûmet di sepandina projeya ‘hejmara min’ de israr bike, wê zirarên mezintir bigihije welatiyan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dixwazim bibêjim ku hikûmeta Herêma Kurdistanê di nava hinek pirsgirêkan re derbaz dibe û deyn xistiye ser xwe û welatiyan. Her wiha bawerî û peywendiya xwe ya bi welatiyan re bi temamî qut kiriye. Ger projeya ‘hejmara min’ li ser welatiyên xwe ferz bike, welatiyên vê herêmê dê ji vê desthilatê zêdetir hêrs û bêzar dibin. Beramberî vê jî wê bi tundî bersiva wan bidin û ev jî dê zêdetir zirarê bide welatiyan bi xwe.”

(fk)