Kewna Dinyayê û destpêka jiyanê: Çarşema Serê Nîsanê

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ŞENGAL

Êzidî avabûna dinyayê û hemû qonaxên xwezayê pîroz dibînin, lewma di destpêka her demsalekê de cejneke Êzidiyan heye. Cejna Çarşema Serê Nîsanê jî ku destpêka biharê û sala nû ye, dibe destpêka jiyanê. Li gorî baweriya Êzidiyan, hebûna xwezayê û mirovahiyê di vê mehê de destpêkiriye. Piştî ku gerdûn temam bûye Tawisî Melek hatiye ser rûyê erdê û jiyanê daye destpêkirin.

Laliş ku nizilî

Û nûra muhbetê tê qendilî

Erd şayî bû, bi renga xemilî

 

Laliş ku dihate

Erdê şîn bû nebat e

Pê zeyinîn çiqas kinyat e*

Cejna Çarçema Serê Salê yan jî Çarşema Nîsanê ku sersala Êzidiyane heya niha bi gelek şêwazan hatiye şîrovekirin û gelek nav lê hatine kirin. Ya girîng di vê cejnê de, eger em berê xwe bidin emê bibînin ku cejn li ser sê stûnan xwe diparêze û nîşan dide.

Cejn xwedî gelek rê û resmên olî, çandî, dîrokî û neteweyî ye. Cejna Çarşema Nîsanê bi qasî pîroziya xwe ya di warê olî de hewqasî ji girîng e di aliyê nasnameya hebûnê de. Ji ber ku Êzidiyan ji bo parastina vê cejnê gelek bedel dane û xwestine hebûna vê cejnê heya roja me ya îro bimîne. Di nav hemû şert û mercên herî zehmet û bin destê dijmin de jî Êzidiyan cejna xwe pîroz kirine û pîrozbahiya cejnê ji wan re bûye yek ji pîvanên welatparêziyê. Lewma dema kesek behsa cejnê dike, dibêje çi dibe bila bibe emê dest ji pîrozbahiya xwe bernedin. Eger Êzidî vê cejnê li ser axa xwe pîroz bikin ev jî xwedî wateyeke bilindtir e. Di roja me ya îro de jî Êzidiyên koçber ên li Başûrê Kurdistanê ji bo pîrozbahiya cejnê berê xwe didin Şengalê, Têkiliya vê cejnê ya bi axa pîroz re ji vê rewşê diyar dibe. Ji xwe cejna Çarşema Serê Salê pîrozkirina ‘Kewna Dinyayê’ ye. Kewna Dinyayê jî li derdora ax, av, ba û agir e ku ev çavkaniya jiyanê ne.

 Kewna dinyayê, destpêka jiyanê û destpêka biharê

Civaka Rojperest ku xwedî dîrokeke kevnar e û yek ji civakên herî bêtir bi bîr û baweriyê xwe ve girêdayî ye, vê gîrêdana xwe di Cejna Çarşema Nîsanê de dide xuya kirin. Roj, Av, Ba, Agir û Ax bingeha dinyayê û çavkaniya xwezayê ne, eger ev nebin xweza jî wê nebe lewma ji bo Êzidiyan ev pîroz in. Ol û baweriya civaka Êzidî bi sedî sed bi bi xwezayê ve girêdayî ye. Di baweriyê civakê de yê ku xwezayê temsîl dike, deşt û newalan dixemilîne, ewran digerîne, baranê dibarîne, germahiyê zêde dike û heman xemlê hişk jî dike, ew xwedayê wan e. Di baweriya civakê de Çarşema Nîsanê ku destpêka biharê û sala nû ye, dibe destpêka jiyanê. Li gorî baweriya Êzidiyan, hebûna xwezayê û mirovahiyê di vê mehê de destpêkiriye. Piştî ku gerdûn temam bûye Tawisî Melek hatiye ser rûyê erdê û jiyanê daye destpêkirin.

Cejn li gorî salnameya xwezayê-civakê tê pîrozkirin

Ji bo Çarşema Nîsanê di zemanê berê de dihate gotin ‘Çarşema ji Nîsanê.’ Di çarşema yekemîn a meha nîsanê de ev cejn dihate pîrozkirin. Cejn ne li gorî salnameyên resmî, li gorî salnameya civakî-xwezayî dihate pîrozkirin. Salnameya civakî jî ne wek salnameya dewletê ye belkû di nava civakê de kesên bi vî karê re mijûl dibin hene û heya niha jî ev cejn li gor salnameya civakî tê pîrozkirin. Ji ber ku destpêka biharê ne bi salnameta dewletê lê bi zimanê xwezayê ve girêdayî ye. Lê hêzên desthilatdar hewl didin vê cejnê ji zimanê xwezayê û gerdûnê, ji salnameya civakî dûr bixin û nêzîkî salnameya resmî ya dewletê bikin.

Di nav civaka Êzidî de ev cejn bi dû şêweyan tê pîrozkirin. Li gor salnameya Mergehê, cejn dikeve çarşema yekemîn ji meha Nîsanê. Li gor salnameya Laleşê jî cejn dikeve çarşema duyemîn ji meha Nîsanê.

Salnameya Laleş û Mergehê çi ne?

Êzidiyên li herêma Şêxan û Laleşê ku jê re dibêjin Êzidiyên Welat Şêx, li gorî salnameya Laleşê cejna xwe pîroz dikin. Êzidiyên li Şengalê jî li gor salnameya Mergehê pîroz dikin. Di dîrokê de dema ferman bi ser Êzidiyan ve tên, Êzidiyên ku niha li Çiyayê Şengalê ne ji ber fermanan ji Bakûrê Kurdistanê koçberî Çiyayê Şengalê bûne. Ji ber ku xwe gihandina hevûdû beriya niha ne weke niha hêsan bû, ji bo ku Êzidî karibin di hemû cejnan de serdana Laleşê bikin, wê demê extiyarê Mergehê (Babê Şêx) bi Êzidiyên Şêxan û Laleşê re kom dibe û biryar didin ji bo Êzidiyên Şengalê salnameyekê derxin. Ev salname tê çêkirin û ji bo rêvebirina salnameyê Malbata Keso ku ji Eşîra Feqîra ne dibin xwediyê salnameyê û ji wê rojê û şûnde ev malbat rojên cejnên Êzidiyên Şengalê diyar dike. Lê ji ber nakokiyên di navbera eşîran de niha gelek ji Êzidiyan di vê çarşema yekemîn a meha Nîsanê de wate li gor salnameya Mergehê cejna xwe pîroz nakin belkû li gor salnameya Laleşê cejna xwe pîroz dikin. Ji ber ku Malbata Keso ji eşîra Feqîra bû, di nav demê de li şûna Salnameya Mergehê jê re gotin ‘Salnameya Feqîra’ û ji salnameya Laleşê re jî gotin ‘Salnameya Babe Şêx.’ Bi vê şêwazê qutbûn kete navbera Êzidiyan û heya niha nîqaş li ser her dû salnameyan berdewam dikin. Ev salname ne tenê ji bo Cejna Çarşema Nîsanê belkû ji bo tevahiya cejnên Êzidiyan derbasdar e.

Şikestina dûreyekê mîna hêkê û avabûna gerdûnê

Di vê cejnê de civaka Êzîdî hêkan dikelînin û wan rengûreng dikin. Ew hêk jî temsîla ji nû ve avakirina gerdûnê ye. Lewma di qewlên Êzîdiyan ên derbarê afirandina dinyayê de, teşbîha dureyekê mîna hêkê tê kirin ku bi şikestina wê derya û dinya, pê re jî tevahiya gerdûn û jiyanê peyda dibe.

Hate Çarşema Sor e cîhan xemiland bi xwe re, ji batin de ew a bi more

Êzidî avabûna dinyayê û hemû qonaxên guherînên xwezayê pîroz dibînin, lewma di her destpêka demsalekê de cejneke Êzidiyan heye. Cejna Çarşema Nîsanê jî yek ji van cejna ye ku bi guherîna xwezayê re dest pê dike. Hêk jî bi rengên ku ji xwezayê tên girtin tên rengkirin, lê beriya hêk bên rengkirin di nav avê de tên kelandin wate meyandina Gerdûnê ye. Li gor qewla kewna dinyayê, beriya ax hebe her der av bû, lê pişt re cîhan tê avakirin wate kelandina hêkê temsîla peydabûna axê ye. Di nava hêkê de zerika hêkê jî temsîla Rojê dike, dema hêk di nava avê de dikele her dizivire, eger em berê xwe bidinê zevî jî her li der dora Rojê dizivire.

Yek ji rê û resmên di cejinê de jî lîstika bi hêkan e. Hêka lihev didin û dişkênin. Dema ku hêk dişke wate avanûna gerdûnê temam dibe. Lewma di vê cejnê de her kesekî bi lîstika hêkan dike, mîna ku destekê bide avakirina jiyan û gerdûnê… Û ji bo bereket bikeve nav dexil û danê wan, Êzidî qalikên hêkan di nav zeviyan de belav dikin.

Girêdana cejnê bi parastina çanda Êzidiyan re

Ev cejn bûye sedem ku gelek rê û resmên çandî di nava Êzidiyan de bên parastin, mînak di êvara cejnê de ‘Êlewan’ heya, xelk li hev kom dibe û bi mehîn, ker û hwd. Bi hev re dikevin pîşbirkê. Ev lîstik ku mîna festîvalekê ye di êvara cejnê de tê kirin. Her çiqasî di roja me ya îro de ev yek nayê kirin lê çanda wê di nava Êzidiyan de maye.

Di sibeha cejnê de karik û berxên ku ji ber makên wan ji şîr qutkirine, ber didin nava pez û bi makên xwe şa dibin, di vê rojê de pez nayê dohtin, wate şîr ji pez nagirin ji bo berx û karikan dihêlin.

Zarokên ku hê piçûk in û bi meşê neketine, di cejnê de dema şivan pezê xwe ber bi mal ve dibe lingê zarok bi deziyekî ve girê didin û dibin pêşiya şivan, şivan jî qeyda ling vedike, wate dezî qut dike ji bo ku ev zarok êdî bimeşe.

Di cejnê de yek ji tiştê herî girîng ew e ku dema nakokî di navbera du malbat, eşîr û kesan de hebin li hev diborin û aş dibin. Lewma ev ji bo gelek kesan dibe cejna aştiyê.

Di nava vê Mehê de Êzidî nazewcin û bûka naguhêzin, ji ber tê gotin ku Nîsan Bûka Salê ye û ji derveyî xwe bûkek din qebûl nake.

(rn)