Daîreya Parastin û Lêkolînê ya Gorên Komî serdana Sîba Şêx Xidir kir

ŞENGAL/ROJNEWS

Li ser bangawaziya Meclîsa Gel a Sîba Şêx Xidir û Malbatên qurbaniyên fermanê, girêdayî Daîreya ‘Parastin û lêkolînê ya Gorên Komî ya Iraq’ê’ lijneyek, serdana Sîba Şêx Xidir kir û hestiyê ayîdê jinek hatibû dîtin, ji bo lêkolînê birin. Gel jî nerazîbûn nîşana proseya giran a vekirin û fehskirina qurbaniyên fermanê didin.

Li gorî amarên Daîreya Parastin û Lêkolînê ya Gorên Komî ya Iraq’ê heya niha li Şengalê 93 gorên komî hatine tespîtkirin, lê 55 gor hatine vekirin. Ji van 55 goran jî hestiyên 700 qurbanî hatine derxistin û ji bo testa DNA şandine Bexda’yê. Ji van 700 kesan jî tenê hestiyên 203 kes teslîmê malbatê hatine kirin. Li Sîba Şêx Xidir jî heya niha 10 gorên komî û ferdî hatine dîtin, li gel ya van rojan hate dîtin, dike 11.

19’ê Nîsanê di dema karkirina dozerên ji bo çêkirina rê dixebitîn de hestiyên ayîdê jinek li kêlek menfesekî hate dîtin. Malbatek ku guman dike, hestiyên dayîkek (55-60) li wir be, bang li lijneyên peywendîdar yên Iraq’ê kirin, bilez dest bi lêkolînê bikin û hestiyan bigrin saxlemiyê. Lê malbatên aqûbeta kesûkarên wan hîn ne diyar, ji Iraq’ê dixwazin li cihê ku hestî hatiye dîtin lêkolîneke berfirehtir bikin û proseya dîtina gorên komî, parastina wan û testên DNA’yê lez bikin.

Herî dawî duh Lijneyek girêdayî Daîreya Parastin û Lêkolîna Gorên Komî ya Iraq’ê li ser bangawaziya Meclîsa Gel a Sîba Şêx Xidir û malbatên qurbaniyan, serdana Sîba Şêx Xidir kir. Lijne tenê hestî û bermahiyên hatibûn parastin, ji bo lêkolînê birin, lê ti lêkolîneke berfirehtir li heman cihî nedan destpêkirin. Ev xemsariya lijneyê jî bû sedema rexnekirin û nerazîbûna xelkê Sîba Şêx Xidir. Ji ber niştecihên Sîba Şêx Xidir dibêjin, gelek xizmên wan ne diyarin û guman dikin ku li vî cihî anjî nava Sîba’yê de bin.

Hestiyên hatin dîtin, ji ber cilê li ser têgumankirin ayîdê dayîkek be. Ji ber vê malbatek ji kampên Başûr, li gel xizmên xwe yên Sîba’yê li dora gora hate dîtin kombûn û kêliyên hestewar hate jiyîn. Endamên malbatê ku bi salan e li pey peydakirina hestî anjî bihîstina agahiyeke dilxweşbûn, bi dîtina hestî re hem dilniyabûn hem jî careke din birîna wan vebû.

Birayê ew dayîka ku hestiyê wê têgotin hatiye dîtin yê bi navê Berekat Mirad Hesen ku li kampeke Başûr dimîne, li gel endamên malbatê derbasê Sîba’yê bûn. Berekat Mirad Hesen li cihê ku hestî hate dîtin ji ajansa me re axivî. Berekat Mirad Hesen, rexne li proseya giran a dîtina gorên komî kir û wiha axivî: “Li gorî kiras û tiştên hatine dîtin texmîn dikim xwişka min be. Me destpêkê derdora wê sîm kir û paşê hate gotin, wê lijneyek ji Bexda’yê were. Em gelek caran li ser agahiyên xelk dan me me vir koland, lê me tiştek nedidît. Heya di dema karkirina dozeran de hate dîtin. Em dixwazin ev lijneyane bileztir û baştir kar bikin, ji bo dîtina hestiyan û fehsa DNA’yan.”

Welatiyê ji Sîba Şêx Xidir yê bi navê Cemîl Qasim jî nerazîbûn nîşana proseya giran a dîtin û parastina gorên komî yên Êzidiyan da û got: “Em guman dikin, hinek hestiyên din jî li vî cihî hebin, divê saziyên eleqeder yên Iraq’ê vir bikolin û lêkolînek bidin destpêkirin. Her wiha em guman dikin gorên zêdetir li Sîba’yê hebin. Pêwîste hikûmet hestiyên qurbaniyan jî zû li malbatan vegerînin, ji bo dilê wan jî rehet bibe.”