Piştî du rojan cenazeyê welatiyê li Balekayetî windabûyî, hate dîtin

BALEKAYETÎ

Beriya du rojan welatiyê bi navê Hisên Elî (60) li zozanên Balekayetî winda bibû. Piştî lêkolîn û lêgerînê îro cenazeyê wî hate dîtin.

Welatiyê ji navçeya Soran ya parêzgeha Hewlêrê Hisên Elî yê 60 salî beriya du rojan ji bo komkirina giyayên biharê çûbû zozanên Balekayetiyê, lê piştre agahî jê nehat girtin û winda bibû. Ji bo dîtinê du roj bûn lêgerîn û lêkolîn hatibû destpêkirin.

Di encama lêgerîn û lêkolîna welatiyên herêmê, kesûkarên Hisên Elî û tîmên parastina şaristaniyê de, cenazeyê welatiyên windabûyî piştî du rojan îro hate dîtin.

Berdevkê tîmên parastina şaristaniyê ya Soran Rewend Mexdîd di derbarê buyerê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Piştî gelek lêgerînê, cenazeyê Hisên Elî yê 60 salî li zozana Mêrgedirêjan ya li gundê Zînwê ya Hacî Omeran hate dîtin.”

Lê di derbarê sedema mirina welatiyê windabûyî de ti agahî nehatin belavkirin.

Ji welatiyê duh çûbû zozanên Balekayetiyê agahî nayê girtin

(fk)