Di encama lêdana birûskê de, du karkeran jiyana xwe ji dest dan

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundek yê li sînorê deşta Hewlêrê di encama lêdana biruskê de du karkerên Ereb jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê her du karkeran rakirine tiba edlî ya Hewlêrê.

Hate ragihandin ku îro li gundek yê li sînorê deşta Hewlêrê di encama lêdana biruskê de du karkerên Ereb jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha hate diyarkirin ku karkerên ku jiyana xwe ji dest dayîn yek 28 saliye û yê din jî 21 saliye.

Cenazeyê her du karkeran rakirine tiba edlî ya Hewlêrê.

(fk)