Li Qeladizê ciwanek xeniqî

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Şênê yê herêma Pişderê ciwanek dema ji çem derbas dibû kete avê û xeniqî. Piştî derxistinê cenaze ji bo tiba edlî ya Qeladizê hate şandin.

Îro di ava Gore Şêrî yê li gundê Şênê yê herêma Pişderê a ser bi Raperînê de ciwanek ji navçeya Çarqurne, ku niştecihê Brîtanya bû, dema avê derbas dibû ket û xeniqî.

Berdevkê Polîsên Raperîn Raber Hesen ji Rojnewsê re wiha got: “Welatiyê bi navê ‘CQ’ yê 27 salî, dema ji çem derbas dibû li nêzî gundê Şênê yê girêdayî bajarokê Halşo xeniqî.”

Her wiha hate diyarkirin ku piştî derxistinê, cenaze ji bo tiba edlî ya Qeladizê hatiye şandin.

(fk)