Partiya Teqedûm ultîmatoma Çarçoveya Hemahengî red kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Teqedûm ragihand ku ew ultîmatoma 1 hefteyî ya Çarçoveya Hemahengiyê ji aliyên Sunne re ji bo çareserkirina nakokiyên derbarê serokatiya Parlamentoya Iraqê de red kiriye.

Çarçoveya Hemahengiyê ya Şie, di 7’ê Gulanê de bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo dengdana li ser budçeya sala 2024’an civînek wê li ser diyarkirina serokekê bicivin û ji bo hilbijartinê jî heftiyekê ultîmantom dan.

Partiya Teqedûm ya ku Mihemed Helbûsî serokatiya wê dike, ultîmatoma 1 hefteyî ya ku Çarçoveya Hemahengiyê ji bo aliyên Sunne dayî, red kir.

Hêjayî gotinêye ku ev reaksiyona Partiya Teqedûm di demek wiha deye ku li qada siyasî ya Iraqê alozî zêde bûye deye, bi taybetî derbarê hilbijartina serokê Parlamentoyê de. Gelek care parlamentoya Iraqê ji bo serokek nû ji bo parlamentoya Iraqê diyar bike, dicive, lê bê encam dimîne.

Di 14’ê Mijdara 2023’yan de Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser giliya Leys Dilêmî endamtiya Mihemed Helbûsî ji serokatiya Parlamentoya Iraqê betal kir û ji kar dûrxist. Ji wê rojê ve serokek nû ji bo parlamentoya Iraqê nehatiye diyarkirin.

Di Çileya îsal de, gera yekem a dengdana ji bo serokê parlamentoyê hat kirin.  Diviyabû di gera yekem de yek ji namzetan 165 dengan bi destxistiba, ji ber di dengdanê de Şeelan Kerîm bi 152 dengan dengên herî zêde bi dest xistibû û Selîm Îsawî bi 97 dengan bibû duyemîn, diyarkirina serokê Parlamentoyê ji bo tura duyem ma. Lê ji ber pirsgirêk û nakokiyên di nav Parlamentoya Iraqê de, gera duyem heta demeke nediyar hat paşxistin.

(fk)