194 rojin li Xezayê şer didome: 33 hezar 899 kes mirine

NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişên ku artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li dijî Şerîda Xezayê didomîne de, hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane gihişt 33 hezar û 899 kesan.

Êrişên Îsraîlê yên li dijî Şerîda Xezayê bênavber didomin. Di daxuyaiya Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ya Xezayê de hat diyarkirin ku di êrişên artêşa Îsraîlê yên 24 saeten dawî de 56 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 89 Filistînî jî birîndar bûne.

Hat ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên 194 roj in didomin de 33 hezar û 899 kes mirine, 76 hezar û 664 kes jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di bin xirbeyên avahiyan û li devê riyan cenaze hene lê ji ber ku hêzên Îsraîlê astengiyan derdixin komên tendirustiyê û peywirdarên parastina sivîlan nikarin xwe bigihîjînin cenazeyan.