Rejîma Îranê, cezayê darvekirinê bi ser hunermendek Kurd de sepand

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro di danê nîvro de rejîma Îranê li ser Hunermendê repçî Tomac Salihî yê xelkê Loristanê cezayê darvekirinê sepand. Parêzerê Hunermend Tumac Salihî vê yekê piştrast kir.

Hate ragihandin ku rejîma Îranê îro danê nîvro bi ser Hunermendê repçî Tomac Salihî yê xelkê Loristanê ku di dema Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin, cezayê darvekirinê hate sepandin.

Yek ji parêzerên Tomac Salihî, Emîr Reyîsiyan ragihand ku Dadgeha Komara Îslamê li bajarê Esfehanê bi tometa ‘kiryarên xirab’ cezayê darvekirinê ji bo Tomac Salihî da ku beriya niha li ser vê tometê 6 sal û nîv cezayê zîndanê hatibû dayîn.

Her wiha Emîr Reyîsiyan da zanîn ku ev tomet ji rastiyê dûre û dê îtîraz bikin.

Hêjayî gotinêye ku Tomac Salihî hunermendek repçî ye ku di destpêka Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de hatibû girtin û nêzîkî saleke dibin êşkenceyek dijwar de dihate girtin.

Biryara cezayê darvekirinê ji bo Tomac Salihî hatî dayîn, bertekek mezin li pey xwe de aniye û li ser tora medya dijîtal ya ‘X’ê bi heşteka ‘Tomac Salihî’ çalakiyek hateye destpêkirin.

(fk)