Emerîkayê bang li Iraqê kir ku ji bo parastina hêzên wan, tedbîrên pêwîst bigire

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî komên çekdarên li Iraqê du caran li Iraq û Sûriyeyê êrişî baregehên hêzên Emerîkayê kir, Pentagon bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji bo parastina hêzên wan pêngavên pêwîst bavêjin û wiha got: “Eger ev êriş berdewam bikin, em ê weke berê dudilî nebin ji bo parastina hêzên xwe.”

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Emerîkayê (Pentagon) Pat Ryder bi daxuyaniyekê ragihand ku di nava rojên borî de komên çekdar ên li Iraqê du caran êrişî baregehên hêzên Emerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê kirin. Pat Ryder diyar kir ku ne li benda êrişek nû bûn, lê komên çekdar dest bi êrişan kirine.

Ryder destnîşan kir ku van êrişan hêzên Hevpeyman û hêzên Iraqî xistine metirsiyê de û bang li hikûmeta Iraqê kir ku ji bo ewlekariya hêzên Emerîkî li Iraq û Sûriyê hemû gavên pêwîst bavêje.

Pat Ryder tekezî kir ku ger ev êriş berdewam bikin, wê weke berê dudilî nebin ji bo parastina hêzên xwe.

Hêjayî gotinêye ku hezar û 500 leşkerên Emerîkayê li Iraqê û 900 leşker jî li rojhilatê Sûriyeyê hene. Meqawmey Îslamî ya li Iraqê piştî navberekê, carek din dest bi êrişên li Iraq û Sûriyeyê kiriye û hinek caran jî navçeyên Îsraîlê bombebaran dike. Vê yekê jî metirsiya serîhildana pençûn û nakokiyan zêdekiriye.

(fk)