Çeteyên dewleta Tirk piştî du kes kuştin, cenazeyên wan şewitandin

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li sûka bajarê Ezazê yê dagirkirî bi guleyan 2 qetikirin, cenazeyên wan şewitandin.

Mîna sûcên çeteyên DAIŞˊê, dema li qadên giştî Sûriye û Iraqê dikuştin û cenazeyên wan dişewitandin; bo nimûne pîlotê Ûrdinî Muaz El Kesabse, çeteyên dewleta Tirk a dagirker li sûka bajarê Ezazê yê dagirkirî bi guleyan 2 kes kuştin û cenazeyên wan şewitandin.

Di dîmenên hatine belavkirin de, tê dîtin ku çeteyên ˊCebhet El Şamiyeˊ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li pêş welatiyan 2 kesan dikujin û dişewitînin.

Çeteyan bi hinceta ku têkiliya wan her du kesan teqîna erebeya bombebarkirî ya li Ezazê re di 31ˊê Adarê de heye, ew her du kuştin û şewitandin.