PDK li ser şopa xiyanetê ya Hesen Xeyrî û Îsmet Înonû xizmeta dagirkeran dike

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî zêdetirî sed salî gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ketiye rewşeke ku Hesen Xeyrî û Îsmet Înonû li Bakurê Kurdistanê ava kirine û xiyaneta herî mezin a serdema xwe li gelê Kurd kirine. Ev her du xayin dê heta hetayê di rûpelên dîroka Kurdan de wek du xayinên gemar bên tomarkirin. Niha li Başûrê Kurdistanê jî PDK heman tiştî dubare dike.

Hesen Xeyrî û Îsmet Înonû du navên navdarin di dîroka Kurdan de, lê bi xiyanetên xwe tên naskirin, ne bi têkoşîna xwe. Ev her du kes sembolên xiyaneta li gelê Kurdin. Ew ne tenê xayînên ji rêzê bûn, belkû bûn sebebê perçebûna Kurdistanê, têkbirina xewna dewleta Kurdî û tunekirina gelê xwe.

Hesen Xeyrî û Îsmet Înonû bûn berdevkên Ataturk û Peymana Sewrê ku rê li gelê Kurd vekiribû ku dewleta xwe ava bike, îmze kirin. Hesen Xeyrî bi cilûbergên Kurdî çû parlamentoya Tirkiyê û gotarek pêşkêş kir û têde got; “Kurd naxwazin ji Tirkiyeyê veqetin û dixwazin di nava dewleta Tirk de bijîn.”

Piştre Hesen Xeyrî di civîna welatan de nûnertiya Ataturk kir û got; “Ez wek nûnerê hemû Kurdan li virim û Kurd naxwazin ji Tirkiyeyê cuda bibin û dixwazin bi Tirkan re bi hev re bijîn.” Li ser vê yekê Peymana Sewrê hat betalkirin û Peymana Lozanê hat îmzekirin.

Piştî îmzekirina Peymana Lozanê, Ataturk Hesen Xeyrî ji ber ku cil û bergên Kurdî li xwe kiriye û çûye nav Parlementoya Tirkiyê, ew darve kir.

Mîna Hesen Xeyrî, Îsmet Înonu jî plana betalkirina Peymana Sewrê çêkir. Ji ber ku serokatiya şandeya  ku di Peymana Lozanê de nûnertiya dewleta neteweya Tirk dikir, ev yek ji bo betalkirina naveroka Peymana Sewrê bû.

Niha piştî zêdetirî sedselekê, PDK li ser şopa Xeyrî û Înonû ye, bi temamî bi dewleta mîratgira Ataturk re têkele û li ser vê xeta xiyanetê li dijî çar parçeyên Kurdistanê dixebite.

PDK û artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîlayên azadiyê di nav planên qirêj de ne û li bajaran jî welatparêz  û sivîlan dike hedef. Tenê di çar mehên destpêkê yên îsal de 10 welatiyên sivîl û welatparêz ji aliyê artêşa Tirk a dagirker bi pêşengtiya sîxurtiya PDK’ê şehîd bûne û 4 welatiyên din jî birîndar bûne.

Di 22’yê Nîsanê de serokomarê Tirk yê dewleta Tirk a dagirker şefê faşîst Erdogoan serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir. PDK’ê beriya ku Erdogan derbazî Iraqê bibe, Kelha Hewlêrê, kolan û rêyên bajêr bi ala dewleta Tirk xemilandin. Di serdana Erdogan de Iraq jî di nav de heta niha tu welatekê ev qas xwe li ber Erdogan û dewleta wî ya faşîst bêqîmet û sivik nekiriye.

Berî niha Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik li ser alîkarî û hevkariyên wê yên ji dewleta Tirk a faşîst re hişyarî dabû PDK’ê û wiha gotibû; “PDK şirîkê dewleta Tirk a dagirkere û ketiye rêyeke pir xerab û tarî de. Divê demildest dev ji vê rê berde. Divê burokrasî û saziyên pêwendîdar yên dewleta Iraqê ji bo dijberiya PKK’ê bi awayekî kaotîk bikar neyne û hewl nedin ku bi navê Iraqê li dijî PKK’ê biryaran bidin.”

Herwisa Bayik diyar kiribû ku PDK bûye eniya herî pêş ya artêşa Tirk a dagirker, hemû agahî, derfetên îstixbaratî û lojîstîkî dide dewleta Tirk a faşîst.

Serokomarê dewleta Tirk a dagirker şefê faşîst Erdogan beriya niha ragihandibû ku wê îsal li dijî Başûrê Kurdistanê û Tevgera Azadiya Kurd êrîşeke mezin û berfireh ya dagirkeriyê pêk bîne û PDK’ê jî roleke sereke di vê êrişê de wergirtiye û dê bi awayekî aktîf beşdarî êrişê li dijî PKK’ê bibe.

Destpêka îsal parlamenterê yê PDK’ê û Wezîrê Navxweyî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya demborî ya di bin serokatiya Mesrûr Barzanî de bi awayek veşartî li Bexda bi Wezîrê Derve yê dewleta Tirk a dagirker Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk a faşîst Yaşar Guler, bi Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin re hevdîtin pêkanî. Di hevdîtinê de li ser avakirina zemînekê ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê û êrişên berfireh yên li dijî PKK’ê nîqaş kirin.

PDK’ê di 15’yê Gulanê de hêzên Zêrevanî di bin navê parêzvanên sînor de xistin nava tevgerê û li nêzî baregehên artêşa Tirk a dagirker bicih kirin. PDK’ê ji bo hêzên parêzvanên sînor tevlî komployê bike ketiye nava tevgerê.

Roja paştir Wezareta Parastinê ya dewleta Tirk a dagirker çend wêneyên hevdîtina xwe û şandeke leşkerî û îstîxbaratê ya PDK’ê weşand. Di wêneyan de tê dîtin ku nexşeya deverên sînor li pêş wan hene û plana êrişa hevbeş li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dikin. Herwiha di wêneyan de jî ala Herêma Kurdistanê veşartî ye.

Di civînê de efser û karmendên hêzên Zêrevanî, leşkerên Gulanê, çeteyên Roj yên ENKS’ê û Barzanî û Saziya Îstixbaratê ya Parastin ya PDK’ê amade bûn.

Bi vî awayî PDK di pêşengtiya malbata Barzanî de li ser xeta Hesen Xeyrî û Îsmet Înonû xiyanetên xwe yên li hemberî Kurdan didomîne, ku wê di dawiyê de bi wêranbûna xwe tune bibe.

 

(wd)