‘Desthilata Herêmê li pêş rûbirûbûna êrişên dewleta Tirk astenge’

BEXDA-ROJNEWS

Çavdêrê Siyasî Seîd Mutelebî diyarkir ku rûbirûbûna êrişên dewleta Tirk yek ji erkên hikûmeta Iraqê ye û got: “Lê destwerdanên hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê rê li pêşiya rûbirûbûna êrişan digre. Êrişên dewleta Tirk binpêkirinek berbiçav ya li ser serweriya xaka Iraqêye.”

Çavdêrê Siyasî Seîd Mutelebî di derbarê erkê hikûmeta Iraqê ya di pêşîlêgirtina êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser xaka Herêma Kurdistan û Iraqê de ji ajansa me re axivî.

Seîd Mutelebî diyarkir ku rûbirûbûna êrişên dewleta Tirk yek ji erkên hikûmeta Iraqê ye û got: “Lê destwerdanên hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê rê li pêşiya rûbirûbûna êrişan digre.”

Mutelebî da zanîn ku êrişên dewleta Tirk binpêkirinek berbiçav ya li ser serweriya xaka Iraqêye.

Her wiha Mutelebî diyarkir berdewamiya êrişan tenê dibe sedema êş û karesatên zêdetir bi ser gelê Kurdistan û Iraqê de were.

(kş)