Ji rojnamevanên Qibrisê piştgiriya ji bo Sterk TV û Medya Haber TV’yê

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistin, siyasetmedar, parêzer û rojnamevanên Qibrisê bi daxuyaniyek hevbeş êrişa li ser Sterk Tv û Medya Haber TV’yê şermezar kirin.

Nerazîbûnên li hemberî êrişa polîsên Belçîka ya li ser studyoyên Sterk TV û Medya Haber TV’yê her ku diçin berfireh dibin. Di vê çarçvoeyê de ji Qibrisê piştgiriyek hat. Siyasetmedar, parêzer, rêxistin û rojnamevanên Qibrisê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Sterk TV û Medya Haber TV’yê anîn ser ziman û helwesta Belçîkayê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rejîma Erdogan ji êrişên li ser rêxistinên Kurdan berpirse û hevkariya di navbera dewleta Tirk û Belçîkayê de jî hate şermezarkirin.

Di heman daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewrupa hate kirin ku li ser mijarê daxuyaniyek bide, bang li hemû rojnamevanên Qibrisê jî hate kirin dijî vê êrişê helwesta xwe nîşan bidin û bêdengiya rêxistinên Ewrupayê şermezar bikin.

Herwiha di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Em piştgiriya rojnamevnaên Kurd dikin ku peyama serbilindî, rumet û berxwedanê ji bo hemû cîhanê belav dikin. Em bi gelê Kurd yê ji bo azadî, mirovahî û demokrasiyê têdikoşe rene.”

Hêjayî gotinê ye di 23’yê Nîsanê de polîsên Belçîkayê êrişî Sterk TV û Medya Haber TV’yê kirin, polîsan kel û pelên di nava studyoyê de şikandin û talankirin.