Rojnamevan Ferman Reşad: Stêrk TV û Medya Haber TV deng û rengê Kurdan digihînin

HEWLÊR-ROJNEWS

Rojnamevanekê ji bajarê Hewlêrê diyar kir ku êriş û serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV ji aliyê polîsê Belçîkayê ve bi tu awayî nayê qebûlkirin. Lewra pêwîste rêkxistinên mafên mirovan û azadiya ramanê ya wî welatî dengê xwe bilind bikin da ku şermezariyeke wiha careke din dubare nebe. Got, “Êrişa polîsê Belçîkayê ji ber wê yekê ye ku dengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd negihe cîhanê.”

Serê sibeha 23’yê Nîsanê polîsê Belçîkayê ser avahiya Stêrk TV û Medya Haber TV de girt, di serdegirtinê de dest danî ser gelek kelûpelên her du kanalan û gelek kelûpel jî şikandin. Vê yekê bertekek tund ya gelê Kurd, rojnamevan û kedkarên Çapemeniya Azad, saziyên çapemeniyê yên navnetewî û dostên Kurdan bi xwe re anî.

Di vê derbarê de rojnamevanê ji bajarê Hewlêrê Ferman Reşad êriş û serdegirtina li ser kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV ya ji aliyê polîsê Belçîkayê ve bi tundî şermezar kir û got; “Li nav dilê Ewropayê welatê Belçîkayê ku behsa demokrasî, azadiya raman, azadiya çapemeniyê û mafên mirovan dike, lê di serdegirtina her du kanalan de ispat kir ku ew ji van prensîbên mafên mirovan û azadiya çapemeniyê dûre ku bi awayek korsanwarî bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV  de digirin ku ev kanalane deng û rengê azad yê gelê Kurd digihîne raya giştî û cîhanê.”

Di dewama axaftina xwe de rojnamevan Ferman Reşad got; “Êrişkirina ser kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV ji aliyê polîsê Belçîkayê ve ji prensîb û pîvanên azadiya çapemeniyê û ramanê ya Belçîkayê dûrin. Ji ber ku ev her du kanalên televîzyonê ji bo gihandina dengê azad yê gelê Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê re dixebitin.”

Rojnamevan Ferman da zanîn ku kanala Stêrk TV û Medya Haber TV du saziyên çapemeniyê yên gelê Kurdin ji bo gihandina dengê gelê Kurd ji cîhanê re, ji ber ku deng û rengê Kurdane û got; “Lewma ev hewldaneke Belçîkayê ye li dijî gelê deng û rengê resen yê gelê Kurd. Bi rêya bikaranîna zexta li ser van saziyan dike, dixwaze bêdeng bike, da ku Kurd dengê xwe ji bo bidestxistina mafên xwe yên netewî û çandî negihîne cîhanê.”

Di dawiyê de rojnamevanê bajarê Hewlêre Ferman Reşad têkildarî rol û gihanda dengê Kurdan ji cîhanê re ya van her du kanalan wiha got; “Ev her du kanalên Stêrk TV û Medya Haber TV xwedî rol û mîsyoneke xwe ya taybetin di gihandina dengê gelê Kurd de, lewra li rastî êrişa polîsê Belçîkayê hatin. Lewra em bang li rêkxistinên mafên mirovan yên navnetewî û rêkxistinên derbarê azadiya raman û çapemeniyê de xebatan dimeşînin li dijî vê helwesta Belçîkayê dengê xwe bilind dikin, helwesta xwe bi awayek cidî nîşan bidin. Da ku ev nêzîkatiya korsanwarî careke din dubare nebe û cesaretê nekin bi ser avahiya van kanalan de bigirin.”

(wd)