ROJEVA 27.04.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

Wê Şaxê Yekitiya Sendîkayên Karkerên Kurdistan a Silêmaniyê têkildarî parastin û selametiya jiyana karkeran panelek lidarxe. (10:00)

Şandeyek ya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê ev du rojin li Bexdayê ye û li gel berpirsên Iraqê li ser hin mijaran hevdîtinan dikin.

Êrişa li ser qada gazê ya Kormor a li Çemçemalê di rojevê de ye.

186 rojin ti agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin.

Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan didomin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

Berxwedana gerîlayên azadiyê.

Bertek û nerazîbûnên li dijî serdana Erdogan ya ji bo Iraq û Herêmê berdewame. Mamostayê Zanîngehê Meqdîd Hacî ragihand ku armanca serdana Erdogan ya ji bo Iraqê, dagirkirina xaka Kurdistan û êrişî PKK’ê kirin bû û wiha got: “Li Hewlêrê bi vî awayî pêşwazîkirina Erdogan, ji bo berpirsên Herêmê û PDK’ê şermezariye.”

Mamostayê beşa ragihandinê Çolî Eseed da zanîn ku li Herêma Kurdistanê karê medyayê hatiye bê qîmetkirin û got; “Desthilat atmosferek wiha afirandiye ku êdî baweriya kesê bi medyayê nemîne.”

Jîngehparêzên Pênciwênê diyarkirin ku ji ber bombebaranan, jîngeha Herêma Kurdistanê ber bi tinebûn û û wêranbûnê ve diçe, eger rê lê neyê girtin, metirsiyek mezin li ser daristan û jîngeha herêmê heye.

Endamê Rêveberiya Şaredariya Gel a Şengalê Cindo Omer, dibêje dema ferman çêbû, malbatên ku Rêber Apo naskiribûn terka Şengalê nedan, nêzî hezar û pêncsed malbat di çiya de man û dibêje: “Tenê Rêber Apo dikare, şerê li herêmê çareser bike. Divê kesek weke Rêber Apo di zîndanê de nemîne. Zîndanîbûna wî tê wateya zîndanîbûna me. Ji ber vê divê em şev û roj ji bo azadiya wî têbikoşin.”

Rojnamevanekê ji bajarê Hewlêrê diyar kir ku êriş û serdegirtina Stêrk TV û Medya Haber TV ji aliyê polîsê Belçîkayê ve bi tu awayî nayê qebûlkirin. Lewra pêwîste rêkxistinên mafên mirovan û azadiya ramanê ya wî welatî dengê xwe bilind bikin da ku şermezariyeke wiha careke din dubare nebe. Got, “Êrişa polîsê Belçîkayê ji ber wê yekê ye ku dengê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd negihe cîhanê.”