ROJEVA 09.05.2024

NAVENDA NÛÇEYAN

Wê li Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Çandî ya Silêmaniyê Mûzexaneya Netewesazan were vekirin. Ev mûzexane tayebete bi arşîva kelûpel, wêne, belgename û jiyanama hunermendên Silêmanî yên koç kirine. (10:00)

Ji rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa me Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 198 rojin agahî nayê girtin.

Xebatên ji bo azadiya Rêber Ocalan didomin.

Êrişên dewleta dagirker bê navber dewam dikin.

Gerîlayên Azadiyê dijî dagirkeran Kurdistanê diparêzin.

Êrişên dagirkeriyê yên li ser xelk û xaka Kurdistanê berdewame. Heta niha li beramberî êrişan helwestek yekgirtî ya Kurdan nehatiye nîşandan. Berpirsên partiyên siyasî jî dibêjin: “Eger Kurd yekgirtina xwe çênekin wê carek din metirsî li ser wan çêbe. Kurd tenê bi yekgirtinê dikarin rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk bigrin.”

Ew li hemberî hemû zilma rejîma Îranê, di şert û mercên herî zehmet de, li girtîgehê li ber xwe dan. Ew bûn hêvênê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku îro bi hezaran kes ji bo azadiyê li qadanin. Kemanger, Elemhulî, Heyderyan, Wekîlî û Îslamyan, pênc şoreşgerên azadî û rêya serkeftinê.

Niha li deşta Şarezûr dema werza çinîna Baqleyane. Cotyarên herêmê jî dest bi çinîn û komkirina berhemên xwe kirin û ji bo bazarên Herêma Kurdistanê, başûr û naverasta Iraqê dişînin. Cotyaran diyarkirin ku ji ber qedexeya hawirdekirina baqleyan nava Herêmê, îsal wê berhemên wan zû werin firotin.