EFJ’ê êrişa li dijî Stêrk TV û Medya Haber şermezar kir

NAVENDA NÛÇEYAN

Federasyona Rojnamevanên Ewropayê êrişa polîsên Belçîka ya li ser Stêrk TV û Medya Haber şermezar kir û xwest rêz li nepenîtiya çavkaniyên rojnamevanan bigirin.

Federasyona Rojnamevanên Ewropayê (EFJ) bi daxuyaniyekê êrîşa polîsên federal ên Belçîkayê li ser studyoyên televîzyonên Stêrk TV û Medya Haber, şermezar kir.

Di daxuyaniya Federasyona Rojnamevanên Ewropayê de hat gotin: “Lêgerîna ku bi beşdariya zêdetirî 200 polîsan li avahiyên Stêrk TV û Medya Haber ên bajarê Denderleeuwê hate kirin, ji saet 1’ê şevê heta saet 4.30’ê sibehê dom kir. Weke ku di wêneyan de tê dîtin, gelek derî bi zorê hatine vekirin.

Li gor daxuyaniya Serdozgeriya Federal, lêgerîn li ser daxwaza dozgeriya dijî terorê ya neteweyî ya Fransayê PNAT hatiye kirin. Di çarçoveya lêpirsîna li ser fînansekirina Partiya Karkerên Kurd (PKK) de, rayedarên Fransî guman dikin ku kanalên televîzyonê bi PKK’ê re têkildar in. Partiya ku di lîsteya terorê ya Yekîtiya Ewropayê da ye, li Belçîkayê êdî wek rêxistina terorê nayê qebûlkirin.”

Daxuyaniya Sekreterê Giştî yê EFJ Ricardo Gutiérrez jî cih girt û got, “Nepenîtiya çavkaniyên rojnamevaniyê ji bo televîzyonên Kurd ên ku li Belçîkayê ne jî bi heman awayî derbas dibe. Divê her binpêkirin bi rêgez be û bi baldarî were meşandin.”

Di daxuyaniyê de her wiha hate bibîrxistin ku ev ne cara yekeme ku televîzyonên Kurdî dibin hedefa êrîşên ewqas mezin ên polîsan û wiha hate gotin: “Berê jî di salên 1996 û 2010’an de du êrîşên bi heman rengî yên polîsan hatibûn kirin.”