Li Îranê dengdana ji bo hilbijartina serokkomar destpêkir

NAVENDA NÛÇEYAN

Danê siharê dengdana ji bo hilbijartina 14’emîn serokkomarê Îranê destpê kir.

Dengdana ji bo hilbijartina 14’emîn serokkomarê Îranê danê siharê destpê kir, Wezîrê Karê Hindir yê Îranê Ehmed Wehîd derbarê destpêkirina dengdanê ji medya Îranê re axivî.

Ehmed da zanîn ku hemû kesên xwedî nasnameya Îranê û temenê wan 18 salî, dikarin tevlî hilbijartinê bibin. Herwiha Ehmed diyarkir ku welatiyên dervey welat niştecih bûne û bê nasnamene, dikarin bi pasaportên xwe deng bidin û tevlî hilbijartinê bibin.

Li gorî Komisyona Hilbijartinên Îranê, 58 hezar û 640 navend ji bo dengdanê hatine diyarkirin.

Tê payîn dengdana ku di saet 08:00’an de destpêkirî, di saet 18:00’an de bi dawî bibe. Li gorî Wezareta Karê Hindir ya Îranê, mafê 62 milyon kesan heye dengên xwe bikarbînin.

Hêjayî gotinê ye Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî û Mistefa Pûrmihemedî ji eniya kevneperest û Mesûd Pizîşkiyan jî ku ji eniya reformxwaze, di nava pêşbirka hilbijartinê dene.

Li gorî yasaya Îranê, ger namzetek sedî 50’iyê dengan nestîne, wê hilbijartine serokkomar biçe tura duyem.