Fermandar Dilxwaz Gabar li Mexmûrê hat bîranîn

MEXMÛR/ROJNEWS

Fermandar û gerîlayê HPG’ê Dilxwaz Gabar ku di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastina Medayê di encama êrişekî hewayî de şehîd bibû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasimekî girseyî hat bîranîn.

Fermandar û gerîlayê HPG’ê Dilxwaz Gabar ku di 21’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastina Medayê di encama êrişekî hewayî de şehîd bibû, li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi merasimekî girseyî hat bîranîn.

Merasîm bi kombûna şêniyên wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên wargehê ji Meclîsa Gel a wargehê Ehmed Nêrwehî li ser jiyan û tekoşîna şehîd Dilxwaz Gabar axivî.

Ehmed Nêrwehî di despêka axaftina xwe de di kesayeta Şehîd Dilxwaz de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û wiha got: “Heval Dilxwaz wekî navê xwe bû, ji bo gel û welatê xwe hevalekî dilxwaz bû. Heval Dilxwaz şoreşger û têkoşerekî welatparêzekî Kurd bû. Çawa dijmin dixwest bi êrişên xwe çok li gelê Kurd bide danîn, heval Dilxwaz jî weke hemû rêhevalên xwe ji bo rizgarkirina welatê xwe Kurdistan ked û têkoşînek ya 32 salan meşand. Hevalên wek heval Dilxwaz mirov nikarin bi çend gotinan bînin ziman ji ber ku kedek û têkoşînek ya heval a bê hempa heye. Heval Dilxwaz ji bo hevaltiya têkoşînê her tim hembêza xwe ji hevalên xwe re vedikir, ji bo civaka Kurd kesayetekî rêzdar, çêker û xuliqkar bû her tim di nava lêgerînên çareseriya rêbazan de bû. Armanca heval Dilxwaz her tim şopandina rêya şehîdan û bilindkirina doza wan bû. Li ser vî bingehî em dûbare dibêjin destpêkê serê Serok Apo, malbata hêja, gelê welatparêz û gelê wargeha Mexmûrê saxbe.”

Wê îro heta êvarî li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo fermandar Dilxwaz Gabar serdanên sersaxiyê were qebûlkirin.

Piştî axafina Ehmed Nêrwerhî merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ , ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

(xt-jp)