Du roje tevgera bazirganiyê ya navbera Hewlêr û Silêmaniyê de rawestaye

KOYE-ROJNEWS

Duh welatiyên sînorê Koye rêya navbera Koye û Hewlêrê li wesayîtên barhilgir girtin. Niha jî bi temamî hatinçûna tevgera bazirganiyê ya navber her du parêzgeha Silêman û Hewlêrê hatiye rawestandin. Ji ber vê jî bi sedan wesayîtên barhilgir li ser rê asê mane.

Duh beşek ji welatiyên sînorê Koyeyê, ji ber nekirina du xet û çênekirina rêyê, rêya Koye-Hewlêrê li çûyînhatinê girtin. Niha jî bi temamî hatinçûna tevgera bazirganiyê ya navber her du parêzgeha Silêman û Hewlêrê hatiye rawestandin û bi sedan wesayîtên barhilgir li ser rê asê mane.

Yek ji şofêrên ku bi wesayîta xwe di rê de asê maye Hoşyar Ebûbekir di derbarê mijarê de ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Çi gunehê me şofêran heye ku her roj li sr rêyekê em tên rawestandin. Em dixwazin rêyek baş hebe û em jî li ser biçin û bên. Lê hikûmet nekariye rêyek baş çêbike. Ji duh ve li ser rêya navbera Hewlêr-Koyeyê rawestane. Hinek şofêr hene ku sê rojin li virin. Vê yekê jî hemû tevgera bazarê ya navbera Hewlêr û Silêmaniyê daye rawestandin.”

Şofêrek din Eyad Şêro qala heman mijarê kir û wiha axivî: “Em çûne cem qeymeqamê Koyeyê da ku pirsgirêka hatinçûnê çareser bike. Lê ti bersivek nehate dayîn. Kes nîne vê pirsgirêkê çareser bike. Mafê meye ku em jî liser vê rêyê hatinçûnê bikin.”

Mihemed Cebar jî ku şofêrek di rêde mayî ye got: “Ev du rojin li ser rêya Koyeyê rawestiyane. Ev yek ne pirsgirêka wesayîtên barhilgire bi wan çareser nabe. Pêwîste em jî rêyekê bikarbînin. Ji ber k niha tevgera bazirganiyê ya navbera Hewlêr û Silêmaniyê de rawestaye.”

Niha ti rêyek ya hatinçûnê ji bo wesayîtên barhilgir di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de nîne. Ji ber ku tenê rêya Koye-Hewlêrê hebû, lê ev du rojin welatiyên Koyeyê wê rêyê jî girtine. Welatî jî dibêjin divê hikûmet rêyê bike du xet û nujen bike.

Hêjayî gotinê ye ku rojane nêzî hezar wesayîtên barhilgir di vê rêyê re derbaz dibin. Kelûpel, pêdawîstî û neftê di navbera parêzgeha Hewlêr û Silêmaniyê de vediguhezînin.

(fk)