‘Ziman hebûna netewa ne, ziman nemîne netew jî namîne’- 1

SILÊMANÎ

Zimanê Kurdî di hedefa sereke ya şerê taybet a dagirkerên Kurdistanê de ye, bi hemû rê û rêbazan hewl didin zimanê Kurdî nehêlin. Mamostaya Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Şîlan Omer got: “Hebûna her netewek bi zimanê wê ve girêdaye, ger zimanê netewê nema, wê ew netew jî nemîne.”

Ziman wek pênase û bingeha sereke ya her netewek tê zanîn û yek ji amrazên nasandina netewane. Yanî bi rêya ziman çand, huner û nasnameya netewan li cîhanê tê naskirin.

Mamostaya Beşa Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Silêmaniyê Prof. Şîlan Omer, di hevpeyvînek taybet de ku ji du beşan pêk tê, li ser giringî û dewlemendiya ziman, her wiha giringiya xwendin û perwerdehiya bi zimanê dayîkê û sedemên cûdabûna ji hev ya zaravayên Kurdî bersiva pirsên ajansa me da.

‘Hebûna netewan bi zimanê wan ve girêdaye’

Prof. Şîlan Omer di destpêka axaftina xwe de li ser ziman got: “Ziman cewhera cîhanî bûn, muzîk û fikirîna kes, kom û neteweyane. Ziman navendek ya çêkirina peywendî, ji hev têgihiştin û veguhestina zanyariyane. Amrazek ya veguhestina heskirin û daxwazên mirove. Yanî ziman fikirîn û reftarên me ne. Ji ber wê hebûna netewan bi zimanê wan ve girêdaye. Nemana zimanê her netewek tê wateya nemana wê netewê bixwe.”

Dema zimanê kesek hat bişavtin, ziman û fikirînên wî jî berovajî dibe’

Di dewamê de Şîlan Omer îşaret bi bandora bişavtina ziman a li ser şêwazê fikirîn û hestên netewayetî ya take kesî kir û got: “Dema em zimanê kesek bidin guhertin, li gel wê de fikirîn û zimanê wê jî didîn guhertin. Divê em bi hestiyartir û berpirsyarane nêzî doza ziman bibin. Lê mixabin li cem me ew giringiya ku diviyabû me daba ziman, ne li gor tê xwestine. Hem wek hikûmet, desthilat hem jî wek take kes kêmasî hene.

Bingeha her zimanek ferhenga wê ye, ferheng jî xezîneya ku hemû peyvên wê netewê digre nava xwe ye. Ev ferheng ji netewek bo netewek din, ji grubek bo grubek din tê guhertin. Mixabin heta niha me ferhengek têr û tije ya Kurdî tomar nekiriye. Lê ya cihê dilxweşiyê jî dîwan, nivîsînên helbestvan, zanyar, nivîskar û rewşenbîrên me ne. Ew bûne ferhengek ji bo netewa me.”

‘Divê kar ji bo danîna ferhengek Kurdî bê kirin’

Di dewama axaftina xwe de Prof. Şîlan Omer behsa giringiya hebûna ferhengek dewlemend a Kurdî kir û got: “Divê niha ji bo danîna ferhengek Kurdî Kurdî kar bikin ku têde cîhan, çand, ferheng û şaristaniya kesan nîşan bide. Ev jî bi rêya komkirin û nûkirina peyvan dibe. Ji ber ku em dizanin hemû serdemek ferhengek xwe, peyv û zanyariyên xwe heye û ji bo parastina wan a ji windabûnê bên tomarkirin.”

‘Bêy zimanê dayîkê perwerde nagihe armanca xwe’

Di derbarê giringiya perwerde, fêrbûna zimanê dayîkê û bihêzkirina wê de, Şîlan Omer wiha axivî: “Yek ji sedemên din ên ku rola wan di parastin û pêşxistina ziman de heye, hebûna zimanê dayîkê ya di pêvajoya perwerde û fêrkirinê de ye. Ziman û fêrkirin pêvajoyeke hevdû temam dikin. Bêy zimanê dayîkê perwerde nikare bigihe armanca xwe.”

Di derbarê pirsa çima giringe zimanê dayîkê di pêvajoya perwerde û fêrkirina akademî de hebe, Prof. Şîlan Omer got: “Hemû zarokek dema biçûk û di zikê dayîka xwe de dest bi fêrbûnê dibe ta temenê pênc saliyê ev pêvajo berdewam dibe. Dema diçin dibistana seretayî jî dest bi xwendina zimanê dayîkê dikin. Ji berku zimanê dayîkê take rêye ku em pê dikevin nava hest, nêrîn, mejî û derûniya take kesan û dikarîn zanyariyan bigihînin wan. Em dikarîn bi zimanê dayîkê şêwazê fikirînê pê destnîşan bikîn.”

Mamosta Şîlan Omer da zanîn ku zimanê dayîkê take amraze ku dikare bi rêya wê bingehê kesayet û pêşxistinê di mirov de were avakirin. Mamosta Şîlan got: “Divê hemû zarokek ta temenê 10 salî bi zimanê ku li malê pê diaxive pê perwerde jî bibîne. Ger ne wisan be wê pirsgirêkên wek derûnî, civakî, perwerdeyî û ziman jêre derkevin. Ji ber wê zimanê xwendin û fêrkirinê bingehê zimanê netewê ye, ji bo wê divê ew netew bi zimanê xwe yê dayîkê bixwîne.”

Di beşa sibe de jî wê behsa dibistanên taybet û bandora zimanê biyanî ya li ser zarokan were kirin.

(kş)