‘Jinên Iraqê rûbirûyê tûndiya civak û yasayê dibin’

ŞAYÎ ARAM

Tevî hemû têkoşîn û destkeftiyên ku jinên Iraqê bi destxistine, lê hîna jî rûbirûyê cûdakariya zeyendî û binpêkirinên mafan tên. Parêzer Elya Hisênî ya ku ji bo hişyarkirina jinan a li beramberî yasayê û mafên wan pirtûka bi navê ‘Hiquqeha’ (mafên jinan) nivîsandiye, got: “Jinên Iraqê rûbirûyê tûndiya civakî û yasayî dibin.”

Binpêkirina mafan û pêkanîna tûndiya li beramberî jinan yaku tenê ji ber jinbûnê pêk tê, li her cihekî cîhanê heye. Lê li nava civaka Rojhilata Navîn de bi taybetî jî li Iraqê cûdakariya zayendî bi rengek zêde li beramerî jinan tê kirin.

Parêzer Elya Hisênî ya ku ji bo hişyarkirina jinan a li beramberî yasayê û mafên wan pirtûka bi navê ‘Hiquqeha’ (mafên jinan) nivîsandiye, di beşa duyem û dawî ya hevpeyvîna li gel Rojnews de li ser sedemê nivîsandina vê pirtûkê û rewşa jinên Iraqê bersiva pirsên Rojnews’ê da.

Jinên Iraqê rûbiriyê kîjan cûrên tûndiyê tên?

Gelek cûrên tûndiyê hene, ji vana tûndiya fîzîkî, derûnî û aborî ku piraniya wan ji ber yasayan yan jî nebûna hişyariya yasayî li cem jinan wek wek tawan yan jî tûndutijî nayên hesibandin.

We di pirtûkê de îşaret bi tûndiya ku yasa li beramberî jinan dike kiriye, Çawan û çima di yasaya Iraqê de tûndî li beramberî jinan tê kirin?

Wek tê zanîn civaka Iraqê civakek zilamsalariye, yanî dengê jinan nayê bihîstin. Raste niha şoreşek ya jinan heye, hinek yasa piştgiriya jinan dikin, jinan di hinek cihan de cih girtine. Tevlî siyasetê bûne, van tiştan rola jinan bihêz kiriye. Lê sedema binpêkirin û tûndiya di yasayan de, ew yasane yên ku ji aliyê zilaman ve hatine nivîsandin û li ser bingehê hişmendiya zilamsalarî li ser civakê tên ferzkirinin.

Heta niha di dadgehên temyiz û ceza de jin cih nagirin. Gelek postên îdarî hene ku jin têde cih negirtine. Ev nîşan dide ku yasa û nivîsandina wê di destê zilaman de ye. Civaka zilamsalarî jî ji bo parastinê li şêwaz û sîstema xwe bike, bi hemû rê û rêbazan ji bo berjewendiyên xwe bikartîne. Yasa jî bûye beşek ji van rêbazan.

Wek min ji beriya niha jî got, jinên ku ji aliyê hevjînê xwe ve teşwîqê pêkanîna peywendî li gel zilamek din dikin, yan jî jinên ku bûne mexdurê destdirêjiya zayendî û li gel kesê destdirêjî li gel de kirî dizewicînin daku tawanbar neyê cezakirin. Ev û gelek cûrên din ên tawan hene li dijî jinan tên kirin û jin dibin qurbanî. Tawanê ‘paqijkirina namusê’ jî tawanek dine li beramberî jinan tê kirin. Gelek caran ji ber mal û milkê jinê jin tê kuştin û dibêjin ‘namusa xwe paqij kir’ Yan jî bûyerên ku dibêjin xwekujî bû, ger werin lêkolînkirin, wê derbikeve ku piraniya wan ne bûyerên xwekujî ne û ji aliyê malbata xwe ve hatine kuştin.

Li Iraqê ew jinên ku dibin mexdûrê tûndiyê cihek heye ku lê bên parastin û pirsgirêkên wan werin çareserkirin? Ger nîne, sedem çiye?

Heta niha li Iraqê cihek nîne jinên ku dibin mexdûrê tûndiyê berê xwe bidinê û pirsgirêka wan çareser bikin. Ji berku civaka Iraqê civakek eşayîrî û çekdare. Heta niha hikûmetê nekariye vê pirsgirêkê çareser bike. Hikûmet nikare rûbirûyê eşîretek çekdar û zilamsalarî bisekine. Ger cihek ji bo parastina jinên bûne mexdûrê tûndiyê hebe, wê bê guman ji aliyê eşîret û binemalê ve bi çek êriş bikin ser wî cihî û karesatek mezintir rû bide. Çareseriya vê çendê jî nehiştina çekan a di destê eşîret û binemalan de ye.

(kş)

Ji bo jin şarezayê yasayê bibin pirtûkek hat nivîsandin