Berpirsê Yekgirtûya Îslamî: Navenda biryardanê ya PDK’ê tevlîhev bûye

SILÊMANÎ

Rêvebirê Meclîsa Rêveber a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Osman Karwanî li ser helwest û yekgirtina partiyên Başûr ya li Bexdayê got: “Partiyên Kurdî li şûna ku li Bexdayê nûnertiya netewa Kurdî bikin, her yek wek hizbek cûda li Bexdayê ne. Her partiyek li gor berjewendî û destkeftiyên xwe yên hizbî dixwaze tevlî siyaseta Iraqê bibin. Navenda biryardanê ya PDK’ê tevlihev bûye.”

Rêvebirê Meclîsa Rêveber a Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Osman Karwanî di hevpeyvînek taybet li gel Rojnews de behsa bandor û encamên egera pêknehatina hilbijartina parlementoya Herêmê, giringiya yekgirtina partiyên Kurdî li Bexda û sedemên pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê de kir.

‘Biryara Dadgeha Federal ji ber binkeftinên desthilata Herêmê hat dayîn’

Di derbarê rewşa Herêma Kurdistanê ya piştî biryara Dadgeha Fedaral a Iraqê de Osman Karwanî got: “Biryara Dadgeha Federal ji encama binkeftinên berdewam ên her du hizbên desthilatdar, karkirina wan a ji bo berjewendiyên hizbî û pişta xwe dayîna berjewendiyên welatiyên Herêma Kurdistanê derket.”

‘Ger biryarên dadgehê bicih neyên wê çarenûsa Herêmê ber bi rewşek xirab ve here’

Di derbarê bicihanîna biryarên Dadgeha Federal de jî Osman Karwanî wiha axivî: “Aliyên desthilata Herêma Kurdistanê li Bexdayê li şûna berjewendiyên netewî bidin pêş, ji bo berjewendiyên xwe yên hizbî dixebitin. Niha li Bexdayê Kurd wek netewe tevnagerin, wek hizb tevdigerin. Ji ber cûdahiya aliyên Kurdî bi taybetî du hizbên desthilat ên Herêma Kurdistanê, li beramberî Bexda û welatên herêmî ti hewldanek wan ji bo bicihneanîna biryaran namaye. Ger biryarên wan bicihneyînin wê çarenûsa wan ber bi rewşek xirab ve here.”

Osman Karwanî behsa egerên vekirî yên li pêş hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Eger di berê de pîvana diyarkirina hêza Kurdî çiya, çek û rûbirûbûna rejimên li peyhev ên Iraqê bûya, niha pîvana nirxandina hikûmeta Herêmê pêkanîna hilbijartinê ya di dema xwe de ye.”

Di dewama axaftina xwe de Osman Karwanî da zanîn ku demokrasî, azadiya karê rojnamevanî û mafên jinan hin ji pîvanên dinin ku dikare hikûmeta Herêma Kurdistanê pênase bike û got: “Dema ev pîvan neserkeftîbin bê guman wê di asta navdewletî de jî hikûmeta Herêmê wek hikûmetek binkeftî were dîtin.”

‘Wê Herêma Kurdistan piştgiriya navdewletî ji dest bide’

Li ser hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê jî Osman Karwanî got: “Hilbijartin mijarek gelek hestiyare, eger hilbijartina parlementoya Herêma Kurdistanê pêkneyê wê Herêma Kurdistanê berbi rewşek gelek ne aram ve here. Wê piştgiriya xwe ya navdewletî ji dest bide. Wê derbasî rewşek nediyar bibe. Ji bona wê pêwîste desthilata Herêma Kurdistanê hilbijartin pêkbîne.”

‘Yekgirtûya Îslamî hilbijartinê boykot nake’

Berpirsê Yekgirtûya Îslamî Kurdistan Osman Karwanî di derbarê gumanên boykotkirina hilbijartinê ji aliyê Yekgirtûya Îslamî ve jî got: “Hîn ji destpêkê de Yekgirtûya Îslamî nedixwest hilbijartin were paşxistin. Niha demek ji bo pêkanîna hilbijartinê hatiye diyarkirin. Wek Yekgirtûya Îslamî em qet ne alîgirê boykotkirina hilbijartinê ne. Me amadekariyên xwe yên ji bo hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê temam kirine.”

‘Navenda biryardanê ya PDK’ê tevlîhev bûye’

Li ser boykota PDK’ê ya hilbijartinê jî Osman Karwanî got: “Ez wek Osman Karwanî, li gor min navenda biryardanê ya PDK’ê tevlîhev bûye. Ev biryara PDK’ê helwesteke li dijî biryara Dadgeha Federal a Iraqê. Biryara Dadgeha Federal a rakirina kursiyên kota û diyarkirina sîstema pir bazneyî tedbîreke ji bo nehiştina sixtekariya di hilbijartinê de. Wê bi vê sîstema nû bi awayek dadperwerane nûnerên parêzgehan werin hilbijartin. Li gor min PDK wê poşmanê vê biryarê bibe.”

‘PDK’ê dema hilbijartinê diyar kir, lê piştre jî dibêje em tevil nabin!’

Karwanî diyarkir ku civaka navdewletî, Emerîka, Yekitiya Ewropa û tevayî aliyên sereke yên Herêma Kurdistanê li gel pêkanîna hilbijartinê ne. Karwanî got: “Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê biryara pêkanîna hilbijartine daye û dema hilbijartinê jî ji aliyê Serokê Herêmê ve ku cîgirê serokê PDK’ê ye, hatiye diyarkirin. Ez şaş dimînim di nava xwe de dem diyar dikin û piştre jî dibêjin em tevlî hilbijartina parlementoyê nabin.”

‘Pêwîste welatî li ser sindoqên dengdanê vê desthilatê ceza bikin’

Li ser mijara muçe û rewşa jiyanê ya karmend û welatiyên Herêma Kurdistanê jî Osman Karwanî got: “Rewşa muçexwerên Herêma Kurdistanê bi saya hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê gelek xirabe. Di nava şeş mehên borî de vê hikûmeta demborî yek muçe daye. Şermezariyek mezine ku pereyek zêde li ber destê wan de heye, lê welatî di rewşek zehmet de dijîn. Armanca hikûmeta demborî cezakirina welatiyane. Lê pêwîste welatiyên Herêma Kurdistanê li ser sindoqên hilbijartinê wan aliyan ceza bikin ku ew xistine di vê rewşê de.”

‘Muçexwer bûne qurbanê siyaseta desthilata Herêm û Bexdayê’

Di derbarê sedema dabeşnekirina muçe de jî Osman Karwanî wiha axivî: “Muçexwerên Herêma Kurdistanê bûne qurbanên siyaseta desthilata Herêm û Bexdayê. Rewşek wisan avakirine ku dixwazin bi zextên ku li welatiyan dikin, pere û dahatek zêdetir ji Bexdayê wergirin û destkeftek zêdetir ji bo projeyên xwe yên hizbî bidestbixin. Eger sedem ne ev bin wê demê tenê dixwazin welatiyên Herêma Kurdistanê ceza bikin. Lê piştrastim ku di hilbijartina bê de wê ev hizbên desthilatdar bibin kêmîne û dawî li hikûmraniya wan a li Herêma Kurdistanê were.”

(kş)