Mamosta û karmendên Ranyayê daxwaza mafên xwe kirin

RANYA

Mamosta û karmendên navçeya Ranyayê li dijî nedana muçe nerazîbûn nîşandan û gotin ewê dest ji nerazîbûnan neberdin heta muçeyê wan bi rêya hikûmeta Iraqê tê dayîn.

Piştî saetên nîvro beşek ji mamosta û karmendên navçeya Ranyayê li nava bazara bajêr kombûn û li dijî nedana muçe ya ji aliyê hikûmeta Herêmê ve nerazîbûn nîşandan.

Di çalakiyê de mamosta û karmendan diyarkirin ku ew ne li bendê ne desthilata Herêma Kurdistanê tiştek ji wan re bike û gotin desthilatê dest daniye ser muçeyên wan.

Her wiha diyarkirin heta muçeyê wan bi rêya hikûmeta Iraqê neyên dayîn ewê dest ji çalakî û daxwazên xwe bernedin. Her wiha gotin, her kes û aliyek astengî derxe ewê li Dadgeha Federal li dijî wan gilî tomar bikin.

Hêjayî biberxistinê ye tevî ku hikûmeta Iraqê 600 milyar dînar ji bo muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê şandiye, lê hikûmeta demborî ya Mesrur Barzanî dest daniye ser pere û ev 53 rojin muçeyê karmendên Herêma Kurdistanê nehatiye dayîn.

(kş)