Li Iraqê 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin darvekirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Iraqê ragihandî, di nava vê heftiyê de li zîndana parêzgeha Zîqar 11 çeteyên DAIŞ’ê hatine darvekirin.

Medya Iraqê ragihand ku di nava vê heftiyê de li girtîgeha parêzgeha Zîqarê 11 çeteyên DAIŞ’ê hatin darvekirin.

Her wiha Rêveberiya Tenduristiyê ya parêzgeha Zîqarê jî vê yekê piştrast kir ku 11 cenazeyên ji aliyê girtîgeha parêzgeha Zîqar ve hatîn şandin gihane berdestê wan.

Hêjayî gotinêye ku di 18’ê Nîsanê de bi biryara dadgehê li Iraqê 8 çeteyên DAIŞ’ê hatibûn darvekirin.

(fk)