Li giştî cîhanê 181 milyon zarok birçî radizin

NAVENDA NÛÇEYAN

Fona Alîkariya Zarokan ya Netewên Yekbûyî (UNICEF) rapora li giştî cîhanê 181 milyon zarokên dibin temenê 5 salî de bi xelayê re rû bi rû ne.

Fona Alîkariya Zarokan ya Netewên Yekbûyî (UNICEF) rapora xwe de ‘Di zarokan de xelaya xwarinê’ weşand.

Di raporê de hate diyarkiri ku li giştî cîhanê 181 milyon zarokên dibin temenê 5 salî de bi xeleyê re rû bi rû ne û ji sedî 50’î zêdetir zarokên mijara gotinê bi metirsiya zeîftiya zêde re ku jiyana zarokan dixwe metirsiyê de hene.

Di raporê de hate diyar kirin ku ji sedî 65’ê van zarokan li 20 welatan dijîn, 64 milyon zarokên ku ji xelayê bandor bûne li Asya Başûr, 59 milyon zarok jî li Efrîqaya dibin Sahrayan de dijîn.

Di raporê de bal kişand ser tabloya piştî êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve li ser Xezayê û da zanîn ku li Xezayê ji 10 zarokan 9 jê li dijî xelaya cidî têkoşînê dike, kêm tîmarbûn jî xeteriya metirsiya jiyanê zêde kiriye.

Di raporê de bang li hikumetan hate kirin ku ji bo pêşîlêgirtina xelayê gav biavêjin.