Di şewata li Kuweytê de herî kêm 35 kes mirin

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karkeran a Kuweytê ragihand ku li herêmeke ku piranî karkerên biyanî lê ne, şewat derket û herî kêm 35 kes mirin.

Midûrê Tiba Edlî ya Wezareta Karkeran General Eyd El Uweyhan got ku ji miriyan tenê nasnameya 3 kesan tespît kirine.

Rayedarê ku li cihê bûyerê axivî, wiha got: “Îxbara destpêkê ya têkildarî şewatê, me siharê di saet 06.00’an de wergirt. Gelek birîndar hatin rakirina nexweşxaneyê û li avahiya li pişt min zêdeyî 35 kes mirin.”

Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve hatî dayîn de, hat diyarkirin ku di şewata li taxa Mangav a li başûrê paytexta Kûweytê çêbûyî de, 43 kes jî birîndar bûne.

Şahidên bûyerê gotin ku şewat li qatên jêrî ya avahiyeke ku karkerên Asyayî lê dimînin, derketiye û bilez belavî qatên jor jî bûye.

Li gorî parastina sivîl a Kuweytê, hîn sedemê şewatê nehatiye zanîn û qurbanî jî ji ber dûya şewatê bê nefes man û mirin. Wezîrareta Karên Hundir serdana cihê bûyerê kir, li wir daxuyanî da û ragihand ku xwediyê avahiyê ji ber îhtîmaleke pêkan di çarçoveya lêpirsînê de hatiye girtin.