Wezîrê Karên Derve yê Îranê gihişte Bexda

NAVENDA NÛÇEYAN

Beriya demekê Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê bi wekalet gihişte Bexdayê û biryare sibe jî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Medya Iraqê ragihand ku beriya demek kurt Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê bi wekalet Elî Baqir Kinî gihişte Bexdayê û biryare sibe jî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Duh Berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Nasir Kenanî di derbarê sedema serdana Elî Baqirî de agihand ku ji bo guftugokirina pirsgirêkên giring ên herêmê li gel berpirsên Iraq û Herêm wê Elî Baqir Kinî serdan bike. Her wiha diyar kir ku piştî serdana Hewlêrê, wê serdana Silêmaniyê jî were kirin.

Hêjayî gotinê ye di 19’ê Gulanê (2024) de serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev li ser sînorê Îran û Azerbeycanê bi merasîmeke fermî bendavek vekiribû.

Piştî wê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî bi helîkopterê vegeriya û helîkopter li herêma Culfayê ya Tewrêzê kete xwarê.

Helîkoptera Reîsî piştî demek dirêj hat dîtin, medya Îranê ragihand ku ji helîkopterê kes sax rizgar nebûye.

Di helîkopterê de kî hebûn?

Di helîkoptera ketî xwarê de tevî serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdulahiyan, Melayê Înê yê Tewrêzê Ayetulah El Haşim û Parêzgarê Azerbeycana Rojhilat Melîk Rehmetî jî hebûn. Herwiha hate gotin ku 2 rayedarên leşkerî yên Supaya Pasdaran û 3 muretebat jî di heman helîkopterê de bûn.

Piştî mirina Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr, Elî Baqir weke Wezîrê Karên Derve yê Îranê yê bi wekalet hat erkdar kirin.

(fk)

Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê dike