Li Ranya Şehîd Zîlan hat bîranîn

RANYA-ROJNEWS

Li navçeya Ranya Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) di 27’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bîranîn û nameya wê ya beriya çalakiya fedayî bike, hate xwendin.

Îro êvarê li navçeya Ranya ya navenda Îdareya Serbixwe ya Raperînê Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistan (RJAK) Şehîd Zîlan (Zeynep Kinaci) di 27’emîn salvegera şehadeta xwe de bibîr anî û di çalakiyê de nameya wê ya beriya çalakiya fedayî bike, hate xwendin.

Piştre jî endama RJAK’ê Awaz Îsmaîl nameya Şehîd Zîlan ya ku beriya çalakiya fedayî lidar bixe nivîsandibû xwend.

Di çalakiyê de piştî xwendina nameya Şehîd Zîlan, têkildarî jiyan, têkoşîn, rol û ruhê fedayî yê Şehîd Zîlan semînerek hate dayîn.

(wd)